Nakokiyên Washington û Enqereyê zêdetir dibin

Îro Tirkiyê gef li DYA`yê xwarin ku hebûna wê li baregehên Încîrlîk û Kurecîk ên li Tirkiyê lêkolîn bike. Ev yek di encama bersivdayîna ji Washingtonê re ji ber qedexekirina firotina balafirên F-35 ji Tirkiyê re û ferzkirina cezayan li ser wê, pêk hat.

Nakokiyên Washington û Enqereyê zêdetir dibin
11 kanûn, 2019   11:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ragihand ku welatê wî li şûna balafirên F-35 vekiriye, di nav de Rûsya jî û destnîşan kir ku dê Enqere hebûna Amerîkayê li Tirkiyê lêkolîn bike, eger cezayan li ser wê ferz bike.

Der barê ferzkirina cezayan li ser Tirkiyê ji ber sîstema S-400 a Rûsan de, Çavuşoglu got eger DYA gaveke neyînî li dijî Tirkiyê biavêje, dê Enqere bersiva wê bide, her wiha destnîşan kir ku divê endamên Kongreya Amerîkayê bizanin ku ew ê bi rêya ferzkirina cezayan negihîjin encamê.

Çavuşoglu got eger DYA cezayan li ser Tirkiyê ferz bike, dê Enqere mijara hebûna Amerîkayê li baregehên Încîrlîk û Kurecîk lêkolîn bike.

Wezareta Parastinê ya Amerîka ji bo sala 2020’an ku kongreyê jî erê kir ku qedexeya firotin û veguhestina balafirên şer ên F-35 biçe Tirkiyê.

(jo)