Li Minbicê sersaxî ji malbatên 2 şehîdan re hat xwestin

​​​​​​​Şêniyên bajarê Minbicê sersaxî ji malbatên 2 şehîdên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û Hêzên Ewlekariya Hundrîn re xwest.

Li Minbicê sersaxî ji malbatên 2 şehîdan re hat xwestin
Li Minbicê sersaxî ji malbatên 2 şehîdan re hat xwestin
Li Minbicê sersaxî ji malbatên 2 şehîdan re hat xwestin
Li Minbicê sersaxî ji malbatên 2 şehîdan re hat xwestin
Li Minbicê sersaxî ji malbatên 2 şehîdan re hat xwestin
Li Minbicê sersaxî ji malbatên 2 şehîdan re hat xwestin
Li Minbicê sersaxî ji malbatên 2 şehîdan re hat xwestin
11 kanûn, 2019   12:12
MINBIC

Endamên saziyên leşkeri û sivîl ên Minbicê beşdarî merasîma sersaxiyê bûn. Şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Welîd El-Kûk (Yarub) û endamê Hêzên Ewlekariya Hundrîn Ramî Abdullah El-Hîlal dema erka xwe ya leşkerî pêk dianîn, şehîd bûn.

Merasîma sersaxiyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Hesna Dahir wiha axivî: "Şehîdên me meşale ne ku nifşên me bi saya roniya wan bi pêş ve diçin."

Paşê ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Minbicê Mehmûd Îbrahîm got welat bi xwîna şehîdan û têkoşîna wan têne avakirin û diyar kir ku şehîd ji bo rizgarkirina xaka welat ji terorê, canê xwe feda dikin.

Her wiha hevseroka rêveberiya meclisên herêmî û komînan Sîham Himêdî sersaxî ji malbatên her du şehîdan re xwest û soza şopandina rêya şehîdan heta serkeftinê da.

Merasîma sersaxiyê bi dirûşmên silavkirina Berxwedana Rûmetê û “Şehîd namirin” bi dawî bû.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/iR4q5qYBCJc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>