HRE: Di çalakiyên tolhildanê de 9 çete hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) diyar kir ku di çalakiyên wan ên tolhildanê de 9 çete hatine kuştin.

HRE: Di çalakiyên tolhildanê de 9 çete hatin kuştin
11 kanûn, 2019   11:15
NAVENDA NÛÇEYAN

HRE`yê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya HRE’yê wiha ye:

“Li herêmên Efrîn û Ezazê hêzên me di çarçoveya çalakiyên tolhildanê de li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rêzeçalakiyên sabotajê li dar xistin.

- Di 8’ê Kanûnê de di navbera gundên Meydankê û Gemrukê yên bi ser navçeya Şera de hêzên me li dijî çeteyên koma bi navê Sultan Mûrad çalakiyeke sabotajê li dar xist. Di encamê de 3 çeteyên koma navborî hatin kuştin.

- Di heman dîrokê de di navbera gundên Beradê û Kefer Nebo yên bi ser navçeya Şerawa de hêzên me li dijî çeteyên koma bi navê Feylaq El-Şam çalakiyeke sabotajê li dar xist. Di encamê de bi qasî ku hat zelalkirin, çeteyekî koma navborî hat kuştin û yek jî birîndar bû.

-Di 9’ê Kanûnê de li derdora herêma Ezazê hêzên me li dijî çeteyên koma bi navê Firqat El-Hemze çalakiyeke sabotajê li dar xist. Di encamê de 5 çeteyên koma navborî hatin kuştin.”

 

(kc)