Artêşa Lîbyayê fermana hedefgirtina keştiyên Tirkiyê da

Artêşa Lîbyayê ya bi serkêşiya Xelîfe Hefter fermana wêrankirina keştiyên dewleta Tirk ku nêzî peravên Lîbyayê bibin, da.

Artêşa Lîbyayê fermana hedefgirtina keştiyên Tirkiyê da
11 kanûn, 2019   11:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Lîwa Ferec El-Mihdewî yê fermandarê Hêzên Deryayî yên Lîbyayê yên girêdayî artêşa Lîbyayê ya bi serkêşiya Xelîfe Hefter, got her keştiyeke dewleta Tirk ku nêzî peravên Lîbyayê bibe, dê wêran bikin.

Artêşa El-Wetenî ya Lîbyayê, sêşemê ragihand ku wêrankirina çekan ji dewleta Tirk û Qeterê gihîşt milîsên Terablusê û îşaret pê kir ku fermandarê artêşê Muşîr Xelîfe Hefter civîneke leşkerî ji bo pêşketinên dawîn ên der barê oparasyona rizgarkirina paytext ji destê milîsan, li dar xist.

Gerînendeyê Rêveberiya Moralê ya Artêşa El-Wetenî ya Lîbyayê serbaz Xalid El-Mehcob li gel Skynews Erebiye ragihand ku operasyona ku artêşê bi serkêşiya Hefter dest pê kiriye, rêjeyeke mezin ji alîkariyên leşkerî yên ku Qeter û Tirkiye ji milîsên li Terablusê re bi rê kirine, wêran kirin.

Hefter sêşemê bi fermandarên odeya çalakiyan a herêma rojava li navenda fermandariya giştî ya herêma El-Recme re, rûnişt.

Peymana ku dewleta Tirk bi hikumeta El-Wîfaq a bi serkêşiya Fayêz El-Sîrac re îmze kiriye, hêrseke herêmî û navdewletî pêk anî.

(fr)