Xwekujekî baregeheke Amerîkayê li Efxanistanê kir hedef

Berpirsên Efxanistanê û yên NATO`yê îro diyar kir ku xwekujekî li nêzî baregeha Bagram a Amerîkayê ya li Efxanistanê, xwe teqandiye.

Xwekujekî baregeheke Amerîkayê li Efxanistanê kir hedef
11 kanûn, 2019   11:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa Reutersê, teqîn li nêzî baregeha Amerîkayê çêbûye û hemwextî wê heta nîv saetê şer rû daye.

Ev êriş di demekê de pêk tê ku Amerîka dixwaze diyalogên aştiyê bi çekdarên Talîbanê re vejîne ku hatine sekinandin. Çekdarên Talîbanê li gelek deverên welêt serwer in.

Heta niha tu aliyan teqîna ku îro rû daye, negirt ser xwe, lê belê berpirsekî herêmî got qurbaniyên teqînê hemû hemwelatiyên Efxanistanê ne.

Berdevka serokê herêma Barwan Wehîd Şahkar diyar kir ku li cihê baregehê, heta 30 deqeyan li dijî êrişkarên ku xwestin bikevin baregehê, şer rû daye.

Şandeya Piştgiriyê li Efxanistanê ku NATO serkêşiya wê dike, bi daxuyaniyekê ragihand ku di êrişê de tu leşkerên Amerîkayê yan jî yên NATO`yê nehatine kuştin, lê belê zerar gihîşt binkeyek tenduristiyê ku xizmeta gelê herêmê dikir.

Di raporên berê de îşaret pê hatibû kirin ku dibe ku dewriyeyeke leşkerî ya Amerîkayê hatibe hedefgirtin. Heta niha tu aliyan êriş negirtiye ser xwe.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku tevgera Talîban û DAIŞ bi awayekî rojane êrişan li Kabûl û cihên din ên Efxanistanê pêk tînin.

(cx)