Li Girê Spî di navbera çeteyan û eşîra Bûxemîs de şer derket

Li Girê Spî di navbera çeteyên Tirkiyê û eşîra Bûxemîs de şer derket. Di şer de 4 sivîl ji ber guleyên çeteyan jiyana xwe ji dest dan û 2 çete hatin kuştin.

Li Girê Spî di navbera çeteyan û eşîra Bûxemîs de şer derket
5 kanûn, 2019   21:19
GIRÊ SPÎ

Çavkaniyên xwecihî diyar kirin ku li gundê Xirbet Riz ê 20 km dikeve başûrê rojhilatê bajarê Girê Spî çeteyên Ehrar El-Şerqiya û Cebha El-Şamiya ji aliyekî ve û xelkên eşîra Bûxemîs de şer derket.

Sedema şer li gorî agahiyên ku çavkaniyan dane " Çeteyekê El-Cebha El-Şamiya, ji xwendiyê dikanekî ji eşîra Bûxemîs bi navê "Îsa El-Ebd" cereyek gazê xwestin, ji ber cere di dikanê peyda nebû çeteyan pirsgirêk derxistin. Li ser vê yekê di navbera çete û xwediyê dikanê de pevçûneke bi axaftinan derket piştî veguherî çekdarî, çeteyên El-Cebha El-Şamiyê bêserûber gula reşandin. "

Çavkaniyan diyar kirin ku şêniyan li hemberî vê bûyerê nerazîbûn nîşan dan, çeteyan dîsa li dijî gundiyan tundî bi kar anîn. Di vê derbarê de di navbera çeteyan ji aliyekî ve û şêniyên gund û eşîra Bûxemîs de ji aliyekî din ve şer rû de.

Di şer de 4 sivîl bi guleyên çeteyan jiyana xwe ji dest da, ji wan navê Mustefa Ubeyd hate naskirin û 2 çete hatin kuştin.

ANHA