Artêşa Tirk a dagirker malên sivîlan diteqînin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi dehan malên şêniyên ku hatine koçberkirin bi hinceta ku ciwanên wan di nava QSD‘ê de ne in wêran kirin.

Artêşa Tirk a dagirker malên sivîlan diteqînin
5 kanûn, 2019   21:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên herêmî teqez kirin ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê  bi tirksan malên gundiyên gundewarê Girê Spî ruxandin. Çavkaniyan destnîşan kirin ku çeteyan hejmarek malên şêniyan talan kirin û bi hinceta ku ciwanên wan endamên Hêzên Sûriye Demokratîk in teqandin,.

Çavkanî destnîşan kir piraniya malên gundê Gora Maza yê 30 km dikeve başûrê Girê Spî ye û nêzî rêya M4 a navdewletî hatine xirabkirin.

Ev binpêkirinên yek ji planên dewleta Tirk a dagirker e ya bi armanca guhertina demografyaya herêmê û rê girtina li pêşiya niştecihên resene ku careke din venegerin warê xwe.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/nO9kdrpezKw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>