`Bi şehadeta min serbilindbin`

Dema dayîka Elî Ilwan ê şervanê YPG’ê agahiya şehadeta wî dibihîze tilîlî dike. Ji bo ku êrişên çeteyên DAIŞ`ê li ser herêmê bişkîne tevî 3 birayên xwe tev li YPG`ê dibe. Di xurtkirina pergala leşkerî de rol dilîze. Hertim hertim digot: “Ger şehîd bikevim serê xwe bilind bikin.”

`Bi şehadeta min serbilindbin`
`Bi şehadeta min serbilindbin`
`Bi şehadeta min serbilindbin`
`Bi şehadeta min serbilindbin`
`Bi şehadeta min serbilindbin`
`Bi şehadeta min serbilindbin`
`Bi şehadeta min serbilindbin`
`Bi şehadeta min serbilindbin`
6 kanûn, 2019   05:31
QAMIŞLO-RÊNAS REMO

Elî Ilwan Xelîfe yek ji ciwanên Êla El-Neîm a ji navçeya Tirbespiyê ya girêdayî kantona Qamişlo li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Piştî êrişên çeteyên DAIŞ`ê li ser herêmên başûrê navçeya Tirbespiyê tevî 3 birayên xwe tev li YPG`ê dibe.

Çeteyên DAIŞ`ê piştî ku xîlafeta xwe ragihandin di navîna 2014`an de êrişî herêmên başûrê navçeyên Tirbespiyê, Çilaxa û navenda navçeya Til Koçber kirin. YPG û YPJ`ê yên ku ji ciwanên herêmê ji Kurd, Ereb û Suryan ava bûye li hember wan êrişan sekinîn.

Ridwan Elî Xelîfe birayê mezin ê Elî dibêje: "Bi avakirina YPG û YPJ`ê re piştî derketina çeteyên DAIŞ`ê ez û birayên xwe tev li YPG`ê bûn. Ji ber ku em ketin ferqê ku YPG`ê hêza tekane ye ku heq diparêze û şerê zulmê dike."

Elî Ilwan piştî ku tev li YPG`ê dibe navê Demhat Tirbespiyê wek navek şoreşgerî hildibjêre. Bi kena xwe ya ku bûbû jêdera bilindkirina moralên hevalan li eniyan dihat naskirin.

Demhat Tirbespiyê her tim hewl dida hêza pergala leşkerî ya şêniyên herêmê biparêze. Lewra kar dikir ji bo refên YPG`ê xurt bike. Rolek di tevlikirina bi dehan heval û xizmên xwe ji YPG`ê re dilîze.

Dayîka şehîda Demhat Tirbespiyê Necah El-Xelîfe diyar kir ku Elî birayê herî biçûk bû û herî qehreman bû. Bi camêrî, kena û hezakirina xizmên xwe dihat naskirin. Digot: "Ger şehîd bikevim serê xwe bilind bikin."

JI BILÎ BERXWEDANÊ TU BERBIJARIK TUNE YE

Demhat Tirbespiyê tev li tevahiya şerên YPG`ê li hember êrişên çeteyên DAIŞ`ê li ser herêmên başûrê herêma Cizîrê dibe û hemleyên Hêzên Sûriye Demokratîk li dijî çeteyên DAIŞ`ê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Fêsel Xelîfe xalê Demhat Tirbespiyê destnîşan kir ku Demhat ji biçûkahiya xwe ve xwedî giyanek berxwedêr bû. Bi destpêkirina şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê re tev li YPG`ê bû û wiha digot: "Divê em çeteyên DAIŞ`ê tune bikin. Yan jî ew ê ax û şerefa me gemar bikin. Divê em rêya berxwedanê hilbijêrin ji ber ku ji bilî wê û jiyana bi şeref û rûmet tu berbijarkên din tune ne."

Demhat Tirbespiyê bi carekê kêmasî nedikir erka xwe ya leşkerî. Her tim perspektîv û biryarên fermendariya YPG`ê dianî cih. Piştî êrişa Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 9`ê Cotmehê de tevî hevalên xwe yên Hêzên Sûriye Demokratîk berê xwe didin eniyên pêşîn. Di 5`ê Mijdara 2019`an de di berxwedana Hêzên Sûriye Demokratîk de li hember artêşa Tirk a dagirker li ser bajarê Til Temirê şehîd dikeve.

DAYÎKA WÎ DEMA AGAHIYA ŞEHADETA WÎ DIBHÊZE TILÎLÎ DIKE

Malbata şehîda Demhat Tirbespiyê agahiya şehadeta kurê xwe bi serbilindî û serfirazî pêşwazî dike. xalê şehîd Fêsel got: "Şehîd Elî ji malbatê re sembol bû. Rêya berxwedanê hilbijart û weke leheng şehîd ket. Em bi lehengiya wî serbilind in. Dayîka wî dema agahiya şehadeta wî bihîst tilîlî kir."

Necah El-Xelîfe dayîka şehîd Demhat Tirbesiyê ev tişt diyar kir: "Kurê min leheng e. Her kesê wî nas dike, bi lehengiyên wî sond dixwe. Em pê serfiraz in. Bi şehadeta wî serbilind im û serê malbatê jî bilind e."

Necah El-Xelîfe wiha domand: "Ez tu carî Erdogan û çeteyên wî yên ku bê sedem êrişî herêmên me dikin û ji kurê min ê biçûk mehrûm kirin, nabexşînim."

Şervan Ridwan Elî El-Xelîfe birayê mezin ê şehîd Demhat teqez dike ku birayê wî tev li tevahiya şerên rizgarkirinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû û şehîd Demhat jêdera moralên wan bûn û wiha domand: "Çendîn min lê dinêrî di eniyên şer de hertim dikenî. Bi kena xwe moralên me yên şer bilind dikir." Ridwan diyar kir ku ew şopdarê rêya birayê xwe şehîd Demhat e û tevahiya şehîdên azadiyê.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/bvEAaRnZTsc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>