​​​​​​​‘ Sazumaniya NATO`yê xurt e û wê zextên herî hişk li Tirkiyê ferz bike’

Pisporê karûbarên Tirkiyê Mihemed Nûr El-Dîn got: “NATO`yê isbat kir ku sazumaniya xwe xurt e ruxmî hinek nakokiyên di navbera endaman de. NATO wê bê bertek li hember nêzîkbûna Tirkiyê bi Rûsyayê re nemîne. Wê zextên herî hişk li Tirkiyê ferz bike, lê wê negihêje asta parçebûnê.”

​​​​​​​‘ Sazumaniya NATO`yê xurt e û wê zextên herî hişk li Tirkiyê ferz bike’
5 kanûn, 2019   05:45
NAVENDA NÛÇEYAN-GÎVARA ŞÊXNÛR

Analîzên girêdayî lûtkeya NATO`yê ya ku di rojên 3 û 4`ê Kanûnê de li Londonê li dar ketiye didomin. Beriya vê lûtkeyê nakokî di navbera endamên NATO`yê de hebû ya herî zêde di navbera Tirkiyê û Fransayê de. Derbarê vê mijarê de pisporê karûbarên Tirkiyê Mihemed Nûrdîn ji ajansa me re axivî.

Nûrdîn di destpêkê de got: "NATO`yê di dirêjahiya dîroka xwe de isbat kir ku ruxmî nakokiyên di navbera endaman de lê sazumaniya wê xurt e. Bi taybet piştî vekişîna fransî  ji baska leşkî di salên 60`î de di serdema Charles de Gaulle de. Lê Fransa piştre careke din vegerî. Di vê çarçoveyê de NATO`yê li tevahiya endamên xwe di serî de Tirkiyê dinêre ku di erk û rolên NATO`yê de li Ewropa û derveyê wê bi bandor in."

Têkildarî rola Tirkiyê di NATO`yê de Nûrdîn ev tişt diyar kir: "Dibe ku Tirkiyê ji hejmarek mezin ji endamên NATO`yê girîngtir be. Ji ber ku dewlete musliman e û ji bo NATO`yê li Rojhilata Navîn wek seriyê rimê tê hesibandin. Her wiha giraniyek wê ya leşkerî, mirovî û aborî heye. Hejmarek mezin ji dewletên ku di hundirê NATO`yê de wek dewletên dijber û ne dost têne sinifandin bi erdnîgariya wê re cîran in mîna Sûriyê, Iraq, Îran, dewletên Qoqaz û Rûsya."

Derbarê texmînên girêdayî atomsferên lûtkeya NATO`yê  wê çawa bin Nûrdîn wiha got: "Li gorî mijarên ku me li jor vegotine, kesek  nikare texmîn bike ku atmosferên di navbera Tirkiyê û endamên NATO`yê de piştî êrişên wê li ser Bakur  û Rojhilatê Sûriyê aloz bibin. Bi taybet NATO nikare dest ji Tirkiyê berde. Yanî NATO Tirkiyê wek hevalbend dibîne û ne ku mîna barekî ye ruxmî tevahiya reftariyên Tirkiyê yên tekekesî dûrî koordîne û şêwira bi NATO`yê re. Ev tê wateya ku hewcedariyek pevguhêr heye. Tevî tevahiya dengên girêdayî Tirkiyê û endamtiya wê bilind dibin. Lê ev mijar bi carekê nayê pêşkêşkirin."

Nûrdîn wiha domand: “NATO bi siyasetên Erdogan re nerm e bi taybet ji ber ku kilîta penaberên ber bi Ewropayê ve bi destê Erdogan e. Rast e koalîsyon leşkerî ye lê mirov nikare pêwîstiyên civakî û aborî ji erkên leşkerî yên NATO`yê ji hev qut bike. Ji ber ku herikîna penaberan ber bi Ewropayê ve pirsgirêkek aborî û mirovî ye. Tevî wê jî pirsgirêkek emnî ye. Ji ber wê ev mijar têkildarî NATO`yê ye. Lewra bi siyasetên Erdogan re nerm e. Xuyaye  ku NATO`yê ji erkdarkirina Erdogan NATO`yê ji bo armancên desthildata xwe li Tirkiyê pir ne aciz e. Heta ku nakokî jî heb in lê ev dostaniya wan xirab nake."

Têkildarî bandora paşketina têkiliyên amerîkî û hinek dewletên din bi Tirkiyê re li ser NATO`yê Nûrdîn got: "Di dawiyê de NATO bi taybet DYA`yê berpirsa paşketina têkiliyên bi Tirkiyê re ne. Tirkiyê xwest moşekên patryot bikire lê Amerîka qebûl nekir. Yanî Receb Tayyîp Erdogan di çarçoveya berjewendiyên pevguhêr de bi Rûsyayê re neçar ma moşekên S 400 jê bikire. Wek encam nêrîna Tirkiyê ji bo ku moşekan bi dest bixe ji bingeha ku Yunanistan xwedî heman pergalî ye ruxmî ku endamê NATO`yê ye û hebûna vê pergalê li koordîneya ewlehî û leşkerî di navbera pergalên moşekan û balafirên şer ên amerîkî de bandor nekiriye."

Nûrdîn destnîşan kir ku tevî van hemûyan jî lê ew nayê wateya ku NATO wê bê bertek li hember hevkariya Tirkiyê bi Rûsyayê re bimîne. Nûredîn got: “Ew ê cureyên zextê yên herî hişk li Tirkiyê ferz bike ji bo ku nêzîkbûna wê ji Rûsyayê asteng bike û wê vegerîne hemêza NATO`yê beyî ku bigihêjin asta parçebûnê yan jî qewirandinê. Ev tişt ji bo NATO`yê xêzek sor e. NATO`yê mijara derxistina Tirkiyê ji koalîsyonê nîqaş nake ji ber ew ê winda bike.”

Girêdayî nakokiya bi navbera Fransa û Tirkiyê de Nûrdîn got: "Cudabûna nêrînan di navbera Tirkiyê û Fransayê de bi taybet piştî şerê axaftinan di navbera Macron û Erdogan de piştî ku Macron NATO rexne kir ji ber ku li hember binpêkirinên Tirkiyê di êrişên wê de li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê nesekinî. Ev nakokî rû didin lê bandora wê tune ne. Ji ber ku eger em hevrûkirinekê di navbera girîngiya Fransa û Tirkiyê de ji bo NATO`yê çêkin, dûrî berhevkirinek xeyalî yan jî ne piratîk Tirkiyê dibe ku ji Fransyê girîntir be."

Derbarê rola NATO`yê di kirîza bi Îranê re Mihemed Nûrdîn ev tişt teqez kir: "Çarçoveya NATO ya stratejîk Ewropa bû. Lê piştî parçebûna Yekitiya Sovyêt gelek dewlet ji rojhilatê Ewropayê tev li NATO`yê bûn. Bi vê yekê çarçoveya erkên NATO`yê berfireh bûn û rûberên erdnîgarî û dozên derveyî parzemîna ewropî hemêz kir. Lê heta niha xuyaye ku rola NATO`yê di kirîza bi rojavayî bi Îranê re tune be. Di rastiyê de nakokiyek amerîkî-îranî ye zêdetirî ku bibe nakokiyek rojavayî –îranî. Li ser bingeha ku dewletên ewropî bi Îranê re lihevkirina girêdayî dosyaya wê ya nuklerî mohr kiriye. Tevî nerazîbûna rojavayî lê DYA`yê ji lihevkirinê vekişî. Li gel berdewamkirina hevkariya aborî, têknolojî û ewlehî bi Îranê re NATO`yê ne amade ye tev li nakokiya îranî-amerîkî bibe. Ewropa hewl dide wan ji hev neke ji bo ku rewş aloztir nebe û bigihêje astekê veger tê de tune ye.”

(şx)

ANHA