Bekir Elo: Kiryarên artêşa Tirk asta terorê derbas kiriye

Hevserokê Meclisa Rêveber şaxê herêma Efrînê komkujiya artêşa Tirk û çeteyên xwe li dijî koçberên ji Efrînê, ku piraniya wan zarok û jin in şermezar kir û got: “Artêşa Tirk asta terorê derbas kiriye.”

Bekir Elo: Kiryarên artêşa Tirk asta terorê derbas kiriye
5 kanûn, 2019   06:55
ŞEHBA-FÎRAS ÎBRAHÎM

Di 2’ê Kanûnê de artêşa Tirk û çeteyên xwe li dijî şêniyên kantona Efrîna dagirkirî komkujî pêk anî, di encama wê de 10 sivîl bûn qurban di nava wan de 8 zarok û 2 pîremêr hebûn, her wiha 12 sivîlên din bigiranî birîndar bûn.

Hevserokê Meclisa Rêveber şaxê herêma Efrînê Bekir Elo ji ajansa me re axivî û got, kiryarên artêşa Tirk û çeteyên wê asta kiryarên terorîstan derbas kiriye.

Elo di berdewamiya axaftina xwe de got, ku artêşa Tirk a Osmanî xwedî dîrokeke reş e, ji ber vê yekê di rûpelê dîrokê de her dem bi komkujiyan tê naskirin, mînaka vê yekê jî komkujiya ku li dijî pêkhateyên li Sûriyê ji Ermen, Kurd û Ereban pêk anîye.

Bekir Elo diyar kir ku li dijî gelên herêmê, artêşa Tirk siyaseta qirkirinê dide meşandin.

Hevserok Bekir Elo di dewama axaftina xwe de got, armanca komkujiyên li dijî sivîlan pêk tê, di serî de hewledana şikandina vîna gelê berxwedêr e û têkbirina pêşeroja vî gelî ye, nexasim dema zarokan dike armanc, wê demê dewleta Tirk a faşîst tola çeteyên DAIŞ`ê radike û projeya terorîst berdewam dike.

Bekir Elo bal kişand ser hebûna hêzên rûsî û sûrî li navçeya Tilrifetê û wiha anî ziman, hêzên rûsî piştrast kirin ku herêmên ew lê bi cih bûnê, herêmên bi ewle ne û ti kes nikare êrişî wir bike, lê di halê hazir de me berevajî vê yekê dît û artêşa Tirk li pêşberî çavên wan komkujiyan pêk tîne.

Elo pirs kir û got, gelo çima heta vê kêliyê hikumeta Rûsya û hêzên xwe der barê komkujiyê de daxuyanî nedane?

Bekir Elo di dirêjahiya axaftina xwe de bêdengiya civaka navdewletî û rêxistinên mafên mirovan şermezar kir û got, civaka navdewletî hevkara komkujiyên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hatiye.

Bekir got: “Rejîma Sûriyê kantona Şehbayê dorpêç kiriye, ev jî tê wê wateyê ku rejîma Sûriyê li koçberên Efrînê ne wekî gelên sûrî dinêre.Kantona Şehbayê hem dorpêç kiriye û hem  jî artêşa Tirkiyê û çeteyên xwe Kanton topbaran dike.” 

Elo îşaret bi rewşa kambax a kantona Şehbayê kir û got, kel û pelên xwarinê kêm in û berî her tiştî derman tune ne û pêwîstiyên nexweşxaniyan hene.

Bekir Elo got, Rêveberiya Xweser tevî derfetên xwe yên kêm alîkariya gelên Efrînê yên li kantona Şehbayê dike.Di dawiyê de Bekir Elo piştrast kir ku zarok û jinên di komkujiyê de birîdandar bûne rewşa wan heta vê kêliyê ne baş e û li nexweşxaniya Evrîn a navçeya Fafîn derman dibin.

(eh)

ANHA