ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 5-12-2019`AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 5-12-2019`AN
5 kanûn, 2019   05:00

-Şopandina bûyerên li herêmên Bakur û  Rojhilatê Sûriyê rû didin.

-Şopandina pêvajoya duyemîn a Berxwedana Serdemê.

-Şopandina çalakiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

-Şêniyên rojhilatê gundewarê Reqa, bajarê Minbicê û gundewarê wê, şêniyên bajarê Hesekê, naveçaya Dirbêsiyê, bajarê Qamişlo, navçeyên Amûde û Tirbespiyê, bajarê Dêrikê, navçeyên Girkê Legê û Til Koçerê ji bo şermezarkirina komkujiya artêşa Tirk a dagirker li dijî zarokan li Til Rifetê dimeşin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şêniyên bajarê Qamişlo pêwîstiya yekrêziya ref di vê pêvajoyê de teqez kirin. Her wiha destnîşan kirin ku ev pêvajo xeter û hesas e. Ji ber ku artêşa Tirk a dagirker armanc dike gelê kurd û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî tune bike. Şêniyan banga yekrêziyê li tevahiya gel û pêkhateyên herêmê kir ji bo ku li hember kujerên ciwanên herêmê û êrişkeran bibin yek.(BI WÊNE Û DÎMEN)

DOSYA

- Ji bo gelên Bakur û Rojilatê Sûriyê bi teybet û gelên Sûriyê bigiştî, avakirina YPG û YPJ`ê gaveke girîng bû, ji ber parastina mîrateyên gelên Sûriyê kirin û destkeftiyên dîrokî bidest xistin, wê demê sedemên avakirina vê hêzê çi ne û pêngavên pêşxistina wê çi ne? .(BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Pisporê karûbarên Tirkiyê Mihemed Nûr El-Dîn teqez kir ku NATO`yê isbat kir ku sazumaniya xwe xurt e ruxmî hinek nakokiyên di navbera endaman de. Nûr El-Dîn destnîşan kir ku NATO`yê wê bê bertek li hember nêzîkbûna Tirkiyê bi Rûsyayê re nemîne. Wê zextên herî hişk li Tirkiyê ferz bike lê wê negihêje asta parçebûnê.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Hevserokê Meclisa Rêveber şaxê herêma Efrînê komkujiya artêşa Tirk û çeteyên xwe li dijî koçberên ji Efrînê, ku piraniya wan zarok û jin in şermezar kir û got, ku ev kiryarên dermirovî ne.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Koordînerê giştî yê Yekitiya Hêzên Partiyên Kurdî li Rojava Ebdulkerîm Siko bang li hikumeta herêma Kurdistanê kir bi taybet Partiya Demokratîk a Kurdistanê ku li siyasetên xwe vegere û çaranûsa gelê kurd deyne pêşiya tevahiya berjewendiyan.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Hevserokê Meclisa Adaletê yê Rêveberiya Xweser bang li civaka navdewletî kir, ku "Artêşa Wetenî"ya girêdayî dewleta Tirk e bixin lîsteya terorê ya cîhanî û got, ku li gorî pîvanên navdewletî komkujiya pêk anîne, têrê dike ku artêşa bixin lîsteya terorê.(BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

-Azarên koçberên kampên Kesra û Ebû Xeşeb piştî ku koçberên Serêkaniyê û Girê Spî hatin kampan zêde bûn bi taybet li gel hatine zivistanê re.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Bi êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, gelê herêmê bi çek bûye û kolanên xwe diparêze. Melayê Til Temirê jî bi roj heya êvarê li mizgeftê ye, piştî êvarê jî ku wekî erkeke sereke ji xwe re dibîne, bi çeka xwe kolanan diparêze.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA