Melayê Til Temirê bi roj Ii mizgeftê ye, bi şev kolanên xwe diparêze

Bi êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, gelê herêmê bi çek bûye û kolanên xwe diparêze. Melayê Til Temirê jî bi roj heya êvarê li mizgeftê ye, piştî êvarê jî ku wekî erkeke sereke ji xwe re dibîne, bi çeka xwe kolanan diparêze.

Melayê Til Temirê bi roj Ii mizgeftê ye, bi şev kolanên xwe diparêze
Melayê Til Temirê bi roj Ii mizgeftê ye, bi şev kolanên xwe diparêze
5 kanûn, 2019   06:57
HESEKÊ – CÎHAN BÎLGÎN

Pêkhateyên navçeya Til Temir parastina kolanan wekî erkeke parastina rewa dibînin ku sibehê karê xwe yên rojanê dikin êvarî jî kolanên xwe diparêzin. Ji mamoste, terzî, firoşkar, dayikan heya melayên mizgeftê jî bi çek bûne.

Li kolanên Til Temirê melayê mizgeftê Sexir Xelîl sibehê li mizgeftê ye, êvarî jî kolanên xwe diparêze ku xweşbîniya wan ji olên cuda û parastina kolanan de ji me re parve kir.

‘NAMEYA PÊXEMBER A WEKHEVIYÊ LI TIL TEMIRÊ PÊK TÊ’

Mela Sexir Xelîl tekildarî mozîka navçeya Til Temir û baweriyên wê anî ziman ku li navçeya Til Temir 3 mizgeft hene, dêr jî 75 metre dûrî mizgeftê ye û got: “Em bi qaşê re di nav tekiliyan de ne û carê bi hev re li ser olan nîqaş dikin. Şahî, cejn û rojên taybet em bi hev re derbas dikin. Li vir em bi hev re nîqaş dikin, civînan li dar dixin. Hemû ol qetilkirinê haram dikin. Li vir neteweya demokratîk hatiye pêkanîn, ne tenê goti, li ser erdê em dibînin. Bi salan e em li vir bi hev re di nav aramiyê de dijîn. Nameya pêxember ku dibejê wekheviyê ava bikin, li navçeya Til Temir pêk hatiye.”

‘ARAMIYA ME NE LI GORÎ BERJEWENDIYÊN DEWLETAN E’

Wekî ku di dêran de jî heman dua tê kirin, li mizgeftan jî ji bo duaya yekem parastina ax, gel û aramiyê ye. Xelîl der barê duayên mizgeftê û êrişên dewleta Tirk de dibejê: “Ne tenê dewleta Tirk a dagirker û bi hevkariya dewletan re ev êriş li ser me tên kirin. Em jî ji bo şervanên xwe rojane dua dikin. Bi yekitiya gelê li vir re em ê êrişan têk bibin. Dewleta Tirk a dagirker wekî beriya 400 salan niha jî dixwaze herêmê dagir bike. Niha dewleta Tirk a dagirker bi çi mafî dixwazê vê herêmê dagir bike? Tiştekî dewleta Tirk li gel me tune ku gelê me koçber dike û hovîtiya xwe li ser me dide meşandin. Aramî û demokrasiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne tenê Tirkiyê, Ewropa jî bi hesrata vê aramiyê ye ku li welatên wan jî pêk were. Aramiya ku em te dê dijîn, ne li gorî berjewendiyên wan in û ji bo wê jî êrişên xwe didin meşandin.”

‘EM LI VIR JI DAYIK BÛN Û EM Ê LI VIR JÎ JIYANA XWE DEST BIDIN’

Wekî daxwaza pêkhateyên herêmê daxwaza mela Xelîlê jî ku axa li ser dayîkbûnê li ser jî jiyana xwe ji dest bide. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku ji gelek komkujiyan derbas bûne de Xelîl baldikşînê ser vê êşê û dibejê: “Dewleta Tirk a dagirker bi riya DAIŞ, Cebhet El-Nûsra êrişî me kir ku niha jî eşkerê êriş dike. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji zilma dewleta Tirk para xwe girtiyê. Êdî hêzên navneteweyî van êrişan neheq bibînin û dagirkeriyê bi dawî bikin.”

‘ERKA MIN A SEREKE PARASTIN E’

Xelîl tekildarî ewlehiya kolanan û erkê wî yê parastinê de got: “Ez sibehê heya beriya êvarê li mizgeftê de me êvarê jî li kolanên xwe diparêzim. Em li dijî dagirkeriyê bi çêk bûne û welatê xwe diparêzin.  Ne tenê şervan em jî parastinê dikin ku ev welat ye mê ye. Rewşa kolanên me heya niha baş ê. Kesên xerîb em disekinênin û nasnameya wan dipirsin. Parastina kolanên xwe em wekî erkekî serêke ye. Ez welatiyê vê navçeyê me û heger ez neparêzim wê kî axa min biparêze?”

ANHA