Dîmenê hovîtiya dewleta Tirk a li Til Rifetê

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li navçeya Til Rifatê komkujiyeke pêk anîn. Di encamê de 10 sivîl şehîd bûn û bi kêmanî 10 birîndar bûn.

Dîmenê hovîtiya dewleta Tirk a li Til Rifetê
2 kanûn, 2019   14:48
ŞEHBA

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di saetên piştî nîvro de navçeya Til Rifat a kantona Şehbayê topbaran kir, ji ber topbarana dijwar komkujiyek pêk hat, di encamê de 10 sivîl şehîd bûn, ku piraniya wan zarok bûn û herî kêm 10 birîndar bûn.

Di dîmenê ku nûçegihanê me ji nexweşxaneya birîndarên komkujiyê lê têne dermankirin kişandine de, hovîtiya artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî sivîlan diyar dibe. Di dîmenê de diyar dibe ku piraniya birîndaran zarok in.

(eh)

ANHA