Li Şehbayê, du şehîd hatin oxirkirin

Bi sedan şêniyên herêma Efrînê cenazeyên 2 şervanên  YPG‘ê yên ku di Berxwedana Serdemê de şehîd bûn, li goristana şehîdan ya li navçeya Ehresê veşartin, her wiha nesnameyên 3 şehîdên din ragihandin.

Li Şehbayê, du şehîd hatin oxirkirin
Li Şehbayê, du şehîd hatin oxirkirin
Li Şehbayê, du şehîd hatin oxirkirin
Li Şehbayê, du şehîd hatin oxirkirin
Li Şehbayê, du şehîd hatin oxirkirin
Li Şehbayê, du şehîd hatin oxirkirin
Li Şehbayê, du şehîd hatin oxirkirin
Li Şehbayê, du şehîd hatin oxirkirin
Li Şehbayê, du şehîd hatin oxirkirin
2 kanûn, 2019   15:19
ŞEHBA

Şêniyan cenazeyên şervanên YPG‘ê Ronî Cindirêsê û Eynat Rojava ji pêşiya nexweşxaneya Avrîn ya li navçeya Fafînê werbigirin û di nava dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re, berê xwe dan goristana şehîdên Berxwedana Serdemê ya li navçeya Ehresê.

Di merasîma oxirkirina şehîdan de, nasnameyên 3 şehîdên din  ku di şerê li dijî êrişên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di dem û cihên cûda de şehîd bûne, hatin ragihandin.

Navên şehîdan wiha ne: Ebdu El-Mecîd Hemo (Eynat Rojava), Sozgîn Xelîl (Havîn Axîn) û Bedîa Ebdo (Rûhêv Efrîn).

Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Hesen Berko û bi navê Meclisa Kantona Efrînê jî Newroz Ehmed axivîn.

Di axaftinan de îşrat bi girîngiya yekهtiyê û şopandina rêya şehîdan hat kirin, û wiha hat gotin "Fedekariyên zarokên me, misogeriya vegera Efrînê û jiyana bi rûmet in."

Her wiha hat diyarkirin ku "Şehîd ji bo welat û azadiya gelê xwe canê xwe feda dikin û rêya me ronî dikin. Îro gelê me îrade û hêza xwe ji şehîdan digre, ji ber wê dê her şopdarên rêya wan bin."

Piştre wesîqetên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Di dawiya merasîmê de, cenazeyên her du şehîdan li goristana şehîdan ya li navçeya Ehresê ya herêma Şehbayê, hatin veşartin.

ANHA