Cilên zivistanî li koçberên kampa Vegerê hatin belavkirin

Heyva Sor a Kurd û Yekitiya Berhemdaran cil li koçberên kampa Vegerê ya navçeya Şêrawa ya Efrînê belav kirin.

Cilên zivistanî li koçberên kampa Vegerê hatin belavkirin
Cilên zivistanî li koçberên kampa Vegerê hatin belavkirin
Cilên zivistanî li koçberên kampa Vegerê hatin belavkirin
Cilên zivistanî li koçberên kampa Vegerê hatin belavkirin
Cilên zivistanî li koçberên kampa Vegerê hatin belavkirin
Cilên zivistanî li koçberên kampa Vegerê hatin belavkirin
Cilên zivistanî li koçberên kampa Vegerê hatin belavkirin
Cilên zivistanî li koçberên kampa Vegerê hatin belavkirin
1 kanûn, 2019   15:33
ŞEHBA

Yekitiya Berhemdarên Helebê ya taxa Şêxmeqsûd di 27‘ê Mijdarê 7 hezar û 500 parçeyên cilên zivistanî ji bo koçberên Efrînê re şandibû.

Heyva Sor a Kurd û rêveberiya kampê cilên hatine şandin li koçberên kampa Vegerê ya navçeya Şêrawayê belav kirin.

Der barê mijdarê de Rêvebera Yekitiya Berhemdarên Helebê Alîf Aslan got: "Wekî Yekitiya Berhemdarên Helebê bi hatina zivistanê re me alîkarî pêşkêşî şêniyan kir. Şênî di konan de ne û zivistanî hatiye tu rêxistin nîne alîkariya koçberan bike."

Alîf bi bîr xist ku bi vekirina dibistanan re wan bi diruşma "Bi pênûsa xwe ez ê biserkevin" pêwîstiyên dibistanê ji çente, pênûs û lênûs li xwendekaran belav kir û îro jî 7 hezar û 500 parçeyên cilên zivistanî belav kirin, ji 4 hezar û 500 cilên dibistanan, serwal, kumên zarokan, derdora 3 hezar cilên jin û bêbikan belav kirin.

Endama rêveber a rêxistina Heyva Sor a Kurd, Ancêla Reşo jî got: "Em bi Yekitiya Berhemdarên Heleebê re alîkariyên mirovî belav dikin. Heta niha ti rêxistinên cîhanî alîkarî neşandine."

ANHA