Li Îtalyayê du xelat dan Hevrîn Xelef

Sekretêra Gitşî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hevrîn Xelef a ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker ew qetil kiribû, ji bo bîranîna wê li Îtalyayê du xelat hatin dayîn.

Li Îtalyayê du xelat dan Hevrîn Xelef
1 kanûn, 2019   16:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Şaredariya Capoa Xelata Margerîta Trolî vê salê layîqî Hevrîn Xelef dît. Ev xelat ji bo bîranîna Trolî tê dayîn a ku li hemberî faşîzmê di nav refên partîzanê de şer kiribû.

Heverîn Xelef hêjayî xelata ‘Çalakgera Ciwan a Mafên Sivîlan û Azadiya Wan a Koalîsyona Îtalyayê’ hate dîtin. Li ser navê Hevrîn Xelef, çalakger Zîlan Diyar diyariya wê wergirt û got ku “Ev xelat cesarê dide têkoşîna me jinên Kurd.”

Sekretêra Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Hevrîn Xelef ji aliyê çeteyên dewleta Tirk di 12’ê Cotmehê de hatibû qetilkirin.