62 malbatên din ji kampa Holê hatin derxistin

Beşa 8‘an a koçberan ku ji 62 malbatên ji Dêrazorê pêk dihat ji kampa Holê hatin derxistin.

62 malbatên din ji kampa Holê hatin derxistin
1 kanûn, 2019   15:08
HESEKÊ

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryar dabû ku malbatên di kampa Holê de yên dixwazin vegerin warê xwe bi kefaleta rûspiyên eşîran dikarin vegerin. Li ser vê yekê îro beşa 8‘an a ji 62 malbatên ji Dêrazorê pêk dihat ji kampê hate derxistin. Hejmara giştî ya koçberên ku îro hatin destxistin 398 kes bûn.

Rêveberiya Kampa Holê erebe diyar kir  ku koçberan bighînin cihên wan.

24‘ê Mijdarê 111 malbatên ji Reqayê ji kampê hatin derxistin.

ANHA