‘Ji dayîka min re bêjin bila bi şehadeta min xemgîn nebe‘

Kevirê bingehîn ê şoreşa Rojava danî û yek ji sembolên wê bû. Bi hêz û vîna xwe ya xurt hate naskirin. Hertim ji malbatên xwe dixwest dest ji mafên şehîdan bernedin. Çek rakin heta ku ji dijmin re diyar bikin ku ew ê rêya şehîdan berdewam bikin. Beriya şehîd bikeve ji birayê xwe re dibêje: "Ji dayîka min re bêjin bila bi şehadeta min xemgîn nebe, bila serê xwe rake.”

1 kanûn, 2019   06:35
HESEKÊ –EHMED MIHEMED

Bi destpêkirina êrişên Tirkiyê re li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hezaran kur û keçên herêmê tev li parastina wê bûn. Di nav de şehîd Goran ê ku li hember hovîtiya artêşa Tirk  û çeteyên wê çek rakir û gelê xwe parast.

Goran Ekrem Osman li bajarê Hesekê di sala 1990`an de di hemêza malbatek welatparêze de ji dayîk dibe. Malbata wî ji 6 zarokan pêk tê û Goran zarokê çaremîn e. Goran kesek aram bû û di dibistanê de serkeftî bû. Di nav hevalên xwe de dihat hezkirin. Her tim xêr dikir û ji bo ku heval û derdora xwe şa bike fedekarî pêşkêş dikir.

Goran asta seretayî di dibistana Abdullah El-Qadirî de li bajarê Hesekê dixwîne. Piştre malbat berê xwe dide navçeya Amûdê li kantona Qamişlo. Li wir asta navîn û amadehî di dibistanên Amûdê de temam dike. Ji ber ku Goran di xwendina xwe bi serdikeve, di Fekulteya Zanyarî de beşa Kîmya ya Zanîngeha Helebê heya du salan dixwîne.

Di zanîngehê de Goran ji hêla Rejîma Sûriyê ve li Helebê mîna bi sedan ciwanan ji ber endamtiya  wî ya neteweyî tê girtin û rastî îşkenceyê tê.

Bi destpêkirina Şoreşa Rojava re di Tîrmeha 2012`an de bi hezaran ciwanên herêmê tev li şoreşê bûn ji bo ku armancên şoreşê di rizgarkirina gel de ji rejêma Baas û zihniyeta wî pêk bînin û mafên xwe di azadiyê de bi dest bixin.

Ji ber wê Goran xwendina xwe qut dike û tev li nav karên ciwanên şoreşger dibe. Pişte bi damezirandina YPG`ê re Goran tev lê dibe.

Goran li hember êrişên Cebhet El-Nusra li ser herêmên Cizîrê disekine û tev li tevahiya hemleyên Hêzên Sûriye Demokratîk li dijî DAIŞ`ê dibe.

BI DILFIREHÎ Û DILOVANIYA XWE TÊ NASKIRIN

Bavê şehîd Goran Ekrem Osman dibêje: "Goran di nav xizmên xwe de û her kesê ku nas dikir  bi aramî û exlaqên xwe dihat naskirin. Di xwendina xwe de serkeftî bû, kesek dilfireh û dilovan bû."

Bavê şehîd wiha domand: "Her tim digot armanca min di vê jiyanê de rizgarkirina axa me ya dagirkirî ye û gelê me di ewlehiyê de bijî. Xeta şehîdan bişopîne. Min jê dixwest YPG`ê berde û xwendina xwe temam bike, lê her car ev mijar red dikir û digot ev tişt ne rast e. Çawa wê li gel dewleta ku bi nasname û çanda wî îtiraf nake bixwîne. Di heman demê de digot çawa wê ji bo xwindinê şêniyên welatê xwe berde û ew jî rastî êrişên dijminantê."

Bavê şehîd Goran rave kir ku ew bi şehadeta kurê xwe serbilind e û got: "Mirin rojekê li ser mirovan ne hêsan bû. Goran beşek ji kezeba min e. Min hêvî dikir ku niha di nav me de bûya. Ruxmî vê hestê lê dîsa ez bi şehadeta wî ne poşman im û ez ê hertim pê serbilind bim."

JI BER KU SEMBOLA KURDÎ RAKIRIYE TÊ GIRTIN

Birayê mezin ê şehîd Goran Kawa Osman behda zarokatiya birayê xwe kir û got: "Goran di asta amadehî de sala 2006`an ji ber ku merasîma bîranîna şehîdên Amûdê li dar dixe ji hêla rejîma Sûriyê ve tê girtin. Ji ber ku temenê wê biçûk e serbest berdidin. Lê careke din di asta zanîngehê de li Helebê ji ber ku alek tê de sembolên Kurdî hene radike tê girtin."

Kawa birayê xwe di destpêka şoreşê de anî bîra xwe, çawa her tişt li paş xwe dihêle û tev li karê ciwanên dibe. Ji bo ku fikr û çanda endamtiya neteweya kurdî li cem nifşa nû bi rêya orgenîzekirina meşên gelêrî û lidarxistina dewriyên bîrdozî ava bikin.

“JI DAYÎKA MIN RE BÊJIN BILA BI ŞEHADETA MIN XEMGÎN NEBE, SERÊ XWE BILIND BIKE Û BANG BIKE KURÊ MIN ŞEHÎD E”

Kawa wiha domand: "Beriya ku Goran şehîd bikeve ji me xwest em dev ji maf û rizgarkirina axa xwe çendîn temen giran be bernedin. Çek rakin û şopdarên rêya şehîdan bin. Ji bo ku rêya wan temam bikin. Heta ku ji dijmin re îsbat bikin ku yên rêya şehîdan bidomînin hene. Goran got; ji dayîka min re bêjin bila bi şehadeta min xemgîn nebe. Serê xwe bilind bike û bang bike kurê min şehîd e."

Di 9`ê Cotmehê de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin. Goran di berxwedana li navçeya Eyn Îsayê de di 14`ê Cotmehê de şehîd dikeve.

(şx/bm)

ANHA