ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01. 12. 2019‘AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01. 12. 2019‘AN
1 kanûn, 2019   05:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin, dê werin şopandin.

-Qonaxa duyemîn a Berxwedanê Serdemê ya Efrînê dê were şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê werin şopandin.

-Meclisa Sivîl a Reqayê têkildarî rawestandina karê piraniyia rêxistinên mirovî daxuyaniyê dide. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Heyva Sor a Kurd bi hevkariya Yekitiya Berhemdaran a taxa Şêxmeqsûd cilên zivistanî li şêniyên li kampa Vegerê ya  gundê Ziyara ya Navçeya Şêrawa ya Efrînê belav dike, saet 14:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Artêşa Tirk a dagirker di çarçoveya projeya asîmîlekirin û parçekirina Sûriyê de binpêkirinên li ser şêniyên kantona Efrînê ya dagirkirî de didomîne, zimanê Tirkî li dewleteke cîran ferz dike,  dibistanên wê vediguherîne bargehên leşkerî û navendên fêrkirina zimanê Tirkî. Tevî vekirina zanîngeh û peymangahên zimanê Tirkî bi çavdêriya çeteyên DAIŞ`ê û zanîngeha Gazî Entabê ya Tirkiyê li herêmên ku dagir dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Hevseroka Meclisa Rêveberiya Kantona Efrînê Şêrîn Hesen destnîşan kir ku êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê berdewama komploya navdewletî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan e. Her wiha diyar kir ku pêşketina projeya demokratîk li herêmê ne li gorî tima û berjewendiyên dewletên komploger e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Dewleta Tirk, ji bo ku malbatên çeteyên girêdayî xwe li herêmên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir kirine, bicih bike, bi Qatarê re kete sektora înşaatê. (BI WÊNE).

CÎHAN

- Rojnameyên Erebî di hefteya derbasbûyî e bal kişandin ser binkeftina civînên Komîteya Destûrî ya Sûriyê, aloziya li Iraq û Lubnên, her wiha lihevkirinên Sîrac bi Tirkiyê re. (BI WÊNE).

HEVPEYVÎN

- Şahoz Hesen diyar kir ku bangewazî û hewldanên armanca yekitiya netewî ji bo gelê Kurd gelekî girîng in û got: "Erdogan hewl dide gelê Kurd ji hev bixe, êrişên xwe rewa bike. Divê Mesrûr Barzanî vê nuqteyên bizane û nekeve xefka wî." (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Rewşebîrên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hişyarî ji timayên Tirkiyê yên mitîngehî dan û destnîşan kirin ku Tirkiyê wê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nemîne lê ber wê heya welatên cîran fireh bibe eger hewlsetek cidî li hember wan timayan tune be. (BI WÊNE Û DÎMEN).

PORTRA

- Kevirê bingehîn ê şoreşa Rojava danî û yek ji sembolên wê bû. Bi hêz û vîna xwe ya xurt hate naskirin. Hertim ji malbatên xwe dixwest dest ji mafên şehîdan bernedin. Çek rakin heta ku ji dijmin re diyar bikin ku ew ê rêya şehîdan berdewam bikin. Beriya şehîd bikeve ji birayê xwe re dibêje: "Ji dayîka min re bêjin bila bi şehadeta min xemgîn nebe, bila serê xwe rake.” (BI WÊNE).

JIN

-Yekitiya Jinên Sûryan der barê 25‘ê Mijdarê semînerekê li qada Şehîd Athro ya taxa Kelasê ya bajarê Hesekê dide, saet 11:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Bi dirûşmeya "Şehîd û Helbest"Yekitiya Rewşenbîrên Kurdistanê li çayxaneya Lewend a taxa Til Hecer a bajarê Hesekê çalakiyeke xwendina helbestan li dar dixe, saet 11:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Tevgera Kevana Zêrîn li navenda çand û hûnerê ya bajarê Hesekê şahiyekê ji bo zarokên koçber re lidar dixe, saet 11:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA