Rewşenbîrên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hişyarî dan

Rewşebîrên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hişyarî ji timayên Tirkiyê yên mitîngehî dan û destnîşan kirin ku Tirkiyê wê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nemîne lê ber wê heya welatên cîran fireh bibe eger hewlsetek cidî li hember wan timayan tune be.

Rewşenbîrên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hişyarî dan
1 kanûn, 2019   06:42
HESEKÊ –AZAD SEFO Û OLVA HEC MENSÛR

Rewşenbîran teqez kirin ku stratejiya Tirkiyê di bin sîwana Receb Teyyîp Erdogan de li ser vejandina imperatoriya osmanî û ferzkirina hegemoniya wê li ser tevahiya herêmên ku berê di bin kontrola wê de bûn beriya ku piştî şerê cîhanê ya yekemîn winde bike, ava dibe.

Endamê Yekitiya Rewşenbîran a Dirbêsiyê Ekrem El-Derwîş êrişên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dagirkirina hinek herêmên bi siyaseta osmanî ya nû bi serkêşiya Erdogan wesifand û got: "Binpêkirinên wê bi serkêşiya Erdogan peyamek diyar e ku hewl dide serfiraziyên pêşiyên xwe yên osmanî vejîne. Osmaniyan li ser şêniyên herêmê zordarî dan meşandin, komkujî pêk anîne."

El-Derwîş destnîşan kir ku timayên artêşa Tirk a dagirker ne tenê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne. Lê belê wê her çar parçeyên Kurdistanê û dewletên erebî mîna Misr û Lîbyayê bike hedef û wiha domand: "Armanca  Erdogan a yekser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê  Kurd û destkeftiyên ku bi dest xistine ne. Her car gotiye kurd dijminê wî ne û wê li her derê şer wan bike. Tevî wê jî pêkhateyên herêmê dike hedef."

Tirkiyê bi hinceta parastina ewlehiya xwe herêmên Sûriyê dagir dike. Lê hinceta wî ne rast e ji ber ku ji aliyê herêman ve yên ku Hêzên Sûriye Demokratîk parastina wan dike ji destpêka şoreşê ve guleyek ber sînorên wê ve nehatiya berandin.

El-Derwîş helwesta ewropî li hember êrişê rexne kir û got: "Bi hezaran li herêmê li dijî êrişên Tirkiyê rabûn. Lê dewletên ewropî helwestek cidî li hember daxwazên gelê herêmê diyar nekirin. Li hember êrişan bê deng man."

Endama rêveber a Yekitiya Rewşenbîran a Dirbêsiyê Emel Hemo teqez kir ku Tirkiyê bi êrişên xwe qirkirina gelên herêmê armanc dike.

Emel wiha berdewam kir: "Êrişên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di çarçoveya siyaseta Tirkiyê, Amerîka û Rûsyayê de li gorî lihevkirinên veşartî pêk hatin. Piştî vekişîna hêzên amerîkî tevî sozên wê ji Hêzên Sûriyê Demokratîk re lê rê da Tirkiyê êriş bike. Aliyê rûsî jî îro hewl dide herêmê kontrol bike û Rejîma Sûriyê vegerîna herêmê bi razîbûna aliyê Tirk."

Emel balkişan ser ku Tirkiyê di êrişên xwe de herêmên ku tê de pêkhate pir in kirin hedef û got: "Herêmên ku Tirkiyê dagir kirine berê DAIŞ`ê kontrol kiribûn. Peyama Tirkiyê diyar e DAIŞ`ê careke din vedigere qadê lê bi navek cuda."

Di berdewama gotinên xwe de Emel behsa encamên êrişên Tirkiyê li ser herêmê kir û got: "Bi sedan sivîl bi topên Tirkiyê û çeteyên wê hatin kuştin, bi hezaran koçber bûn û ew niha di nav kampan de li herêmên ku Hêzên Sûriye Demokratîk diparêze bi cih bûne. Careke din dîmenên çeteyên DAIŞ`ê li herêmên ku Tirkiyê nû dagir kirine belî dikin."

Nivîskar Mehmûd Derwîş diyar kir ku Tirkiyê ji êrişên xwe guhertina demografiya herêmê armanc dike mîna ku li Cerablus û Babê heta li Efrînê kiriye. Niha jî piştî ku Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin, bi awayekî yekser demografiya wê diguhere.

Mehmûd destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker hinek sûriyan bi kar tîne û got: "Komên terorîst wek kaxizekê di destê Erdogan de ye li gorî kêfa xwe dilivîne. Yên ku li dijî Rejîmê tev li şoreşê bûye, vê carê êrişî sûriyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike."

Mehmûd wiha berdewam kir: "Hêzên Sûriye Demokratîk mezintirîn rêxistina terorîst DAIŞ`ê tune kir û di wê rêyê de bi hezaran şehîdan dan. Ev rêxistina terorîst li herêmê û dewletên ewropî komkujî der heqê sivîlan de pêk anîn. Lewra diviyabû ku tevahiya dewletên sponser û dewletên din di nav de dewletên erebî li dijî van êrişan bisekinin. Rê li pêşiya êrişên Tirkiyê yên berberî bisekinin. Lê mixabin cihan çavên xwe girtin  û bê deng man."

Mehmûd Derwîş bang li tevahiya şêniyan ji tevahiya pêkhateyan kir ku li hember êrişa Tirkiyê bisekinin û piştgiriya Hêzên Sûriye Demokratîk di şerê wê de li dijî DAIŞ`ê bibin. Ji ber ku ev êriş ne tenê Kurdan dike hedef lê belê tevahiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike.

(şx/bm)

ANHA