Ji ANHA’yê lêborîn û sererastkirin

Der barê belavkirina daxuyaniyeke şaş ji tîma yekem a Rûsyayê ya bi serkêşiya general Eleksî Kim, ajansa me lêborînê ji tîma Kim û şopdarên xwe xwest.

Ji ANHA’yê lêborîn û sererastkirin
27 mijdar, 2019   12:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeya Rûsî bi serokatiya Eleksî Kim duh diyar kir ku wan bi Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Kobanê re der barê destekdayîna mirovî de nîqaş  kirin.

Daxuyaniyên tîma Kim di civîneke çapemeniyê ya hevbeş de piştî civîna girtî ya bi Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Kobanê re, hat. General Kim got armanca wan xurtkirina têkiliyên di navbera hikumeta Rûsya û Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê de di aliyê pêşkêşkirina xizmetên tenduristî, xutkirina nuqteyên tenduristiyê bi alavên pêşketî, pêwîstiyên tenduristiyê, çaresrkirina aliyên xizmet û ewlehiyê li herêmê.

Ji ber şaşiyek di wergerê de nûçegihana ajansa me got: "Hikumeta Rûsyayê bi hemû şêwazên berdest bersiva xetereyên li ser gel bide. Dê ewlehî û aramî ji şêniyan re peyda bike. Çavkaniyên me hene ku agahiyan der barê pêkanîna artêşa Tirk a komkujiyên li dijî zarok û sivîlan de û em ê wan ji aliyê peywendîdar re bişînin."

Piştî lêkolîna der barê wergerê de hat diyarkirin ku Kim bersiva pirsa ku heger agahiyên Rûsya hene ku artêşa Tirk a dagirker li Bakur û Rojhilatê Sûriyê sivîlan dikuje, Kim got: "Çapemeniya me jî wekî we her tiştî dişopîne û belav dike."

Ajansa me tekez dike ku daxuyanî ji ber şaşiya di wergera ji zimanê rûsî bo erebî çêbû û ne bi zanebûn e ku hinek dezgehên çapemeniyê yên Rûsyayê keysa xwe lê bînin.

Em wek ajansa ANHA`yê lêborînê ji tîma Eleksî Kim û şopdarên ajansa xwe ji ber vê şaşiyê dixwazin.

(bx)

ANHA