Li Iraqê ji ber xwepêşandanan rêyên sereke qutkirî ne

Li parêzgehên başûrê Iraqê îro ji seatên sibehê ve xwepêşandanên mezin rû didin. Xwepêşandêran rêyên sereke girtin.

Li Iraqê ji ber xwepêşandanan rêyên sereke qutkirî ne
27 mijdar, 2019   11:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Xwepêşandanan li parêzgehên başûrê Iraqê careke din dest pê kir, di demekê de ku Wezareta Hundirîn ragihand ku efserekî payebilind ku beriya 2 hefteyan hatibû girtin, hate rizgarkirin.

Toreya Skynews ragihand ku xwepêşandêran avahiya şaredariya parêzgeha El-Necif girt, her wiha xwepêşandêrên din bi dolabên agir pêxistî rêyên sereke yên parêzgehê girtin.

Xwepêşandêran gelek kolanên sereke û bazirganiyê; kolana El-Derîbê, Iskan, El-Cayîr û Senatir ên li navenda parêzgeha Kerbelayê qut kirin.

Li parêzgeha El-Dîwaniyê xwepêşandêran navenda hêzên hikumetê dorpêç kir. Li parêzgeha Besrayê jî xwepêşandêran pira El-Îtalî qut kir.

Her wiha li Besrayê ev çend roj e hemû rêyên sereke yên diçin navenda parêzgehê, qutkirî in.

Çavkaniyekî ewlehiyê ji polîsên Babilê diyar kir ku 15 endamên ji hêzên ewlehiyê yên Iraqê di hewldana xwepêşandêrên êrişkirina navendên ewlehiyê de birîndar bûn.

Her wiha wezîrê hundirîn ê Iraqê Yasîn El-Yasirî ragihand ku hêzên taybet dikaribûn efserê payebilind Yasir Ebdilcebar gerînendeyê peymangeha pêşxistina ewlehiyê ku beriya 2 hefteyan hate revandin, rizgar bikin.

(jo)