Koçberên kampa Holê bi xetereya kuştinê re rû bi rû ne

Li kampa Holê, kesêm ku li dijî fikrên DAIŞ`ê yên tundraw disekinin, rastî hewldanên kuştinê yên jinên DAIŞ`î tên. Jinên çeteyan îro dîsa hewl da penaberekî Iraqê bikujin.

Koçberên kampa Holê bi xetereya kuştinê re rû bi rû ne
27 mijdar, 2019   12:26
HESEKÊ-EHMED MIHEMED

Kampa Holê ku 45 km li rojhilatê bajarê Hesekê ye, rojane tê de kuştin, îsyan û hewldanên revê rû didin. Rewşa li kampê di çarçoveya sûdwergirtina ji rewşa heyî û ji nû ve vejandina "Dewleta Xîlafê" bi êrişên dewleta Tirk re li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, aloztir bû.

Nûçegihanê ajansa ma ANHA’yê ji navçeya Holê ya girêdayî bajarê Hesekê ragihand ku vê sibehê piştî ku Hêzên Ewlekariyê koçberekî Iraqê bi navê Selman Talib Xelef (14) ku rastî lêdanê bi çakûçê li çadira xwe ya li beşa duyemîn li kampê hatibû dîtin, li kampê tevgera ewlekariyê zêde bû.

Nûçegihanê me ji çavkaniyên ewlekariyê yên kampê diyar kir ku ciwanê bi navê Selman Talib Xelef zêdetirî 3 caran rastî lêdana bi çakûç ji serê xwe hatiye û niha li nexweşxaneya meydanî ya kampê tê dermankirin. Li gorî bijîşkan rewşa Selman giran e.

Der barê bûyerê de, berpirsyarên ji rêveberiya kampê diyar kir ku rewşên kuştin û birîndarkirinê û hewldanên revê, piştî êrişa dewleta dagirker a Tirk li ser herêmê zêde dibin û şopandina detayên bûyerê berdewam in. Her wiha diyar kirin ku qezayên bi vî rengî di çarçoveya tunekirina koçberên ku li dijî fikrên DAIŞ`ê de, rû didin.

Kampa Holê ji mezintirîn kampên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û ji kampên herî xeternak li cîhanê ji ber gefên xwe li ser mirovahiyê, tê hesbandin. Di kampê de zêdetirî 40 hezar jin û zarokên çeteyên DAIŞ`ê ku ji nasnameyên Sûrî û biyanî ne, dimînin.

Piraniya wan piştî rizgarkirina Baxozê bi destê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ku cihê herî dawî yê çeteyên DAIŞ`ê bû, di dawiya meha Adarê de, berê xwe da kampê.

Şêniyên navçeya Holê xwestibû ku çeteyên DAIŞ`ê ji bo cihên taybet werin veguhestin, ji ber ku xetereyê li ser jiyana wan çêdikin. Şêniyan çete bi "bombeyên ku îhtîmal e her deqeyekê biteqin" bi nav kirin.

ANHA