Çavkaniyên ji NATO’yê: Tirkiye fişarê li gelên Ewropayê dike ku piştevaniyê ji êrişên xwe re peyda bike 

Çavkaniyên payebilind ên NATO’yê piştrast kir ku Tirkiye fişaran li ser gelên Ewropayê bi rêya redkirina plana parastinê ya NATO’yê heta erêkirina Ewropayê ya piştevaniya êrişên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike.

Çavkaniyên ji NATO’yê: Tirkiye fişarê li gelên Ewropayê dike ku piştevaniyê ji êrişên xwe re peyda bike 
27 mijdar, 2019   11:52
NAVENDA NÛÇEYAN

4 çavkaniyên payebilind ên NATO’yê ji ajansa Reutersê re diyar kir ku Tirkiye piştevaniya plana parastinê ya NATO’yê der barê dewletên Baltikê de red dike ku dê piştî NATO piştevaniya siyasî ya şerê li dijî QSD’ê erê bike, pêk bîne.

Çavkaniyan destnîşan kir ku Enqere biryar da nûnerê xwe yê li gel NATO’yê ku xwe nespêre planê û helwesteke tund di civîn û dan û standinên taybet bistîne.

Ev nakokî jî beriya lidaxistina Lûtkeya NATO’yê ya li Londonê di salvegera 70’yemîn a avakirinê de, hat ku nîşaneya parçebûna di navbera Enqere û Washingtonê de bi sedema êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ye.

Nûnerên NATO’yê hewl didin erêkirineke fermî ji tevahî dewletên endam der barê plana NATO’yê ya leşkerî ya parastina Poland, Lîtvanya, Latvia û Estonya ya li hember "xetereya êrişa Rûsyayê" wergirin.

Bêyî erêkirina dewleta Tirk dê rewş li gorî NATO’yê der heqê xurtkirina parastinên lez li van dewletan, dijwartir be.

Çavkaniyeke dîplomatîk ji Reutersê re got: "Tirk, gelên rojhilatê Ewropayê weke rehîne dibînin ku li ser plana leşkerî erê neke heta ku hin derfetan pêşkêş nekin."

Çavkanî rêbaza dawî ya dewleta Tirk di heman dema ku NATO hewl dide yekitiya xwe piştî gumana serokê Amerîkayê Donald Trump bi NATO’yê û ragihandina serokê Fransayê Emmanuel Macron ku NATO ji mêjî de miriye, bisepîne  bi "astengdar" bi nav kir.

Li gorî peymana damezirandina NATO’yê ya sala 1949’an, çi êrişa li ser endameke NATO’yê pêk bê, wekî ku êrişa li ser endaman hemûyan e û her wiha stratejiya leşkerî ya parastina hevbeş li herêmên dewletên endam ên NATO’yê heye.

(fr)