Duran Kalkan: Kurdistan bihûşt e, nabe em wê berdin

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan diyar kir ku divê Kurd li wê bendê nebin ku hêzên qirker bên û wan rizgar bikin û got ji bo azadiyê divê gelê Kurd ji 7 salî heta 70 saliyê hemû bibe şervan. Kalkan anî ziman ku Kurdistan bihûşta cîhanê ye û divê Kurd bi tu awayî Kurdistanê neterikînin.

Duran Kalkan: Kurdistan bihûşt e, nabe em wê berdin
27 mijdar, 2019   11:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Duran Kalkan bi wesîleya salvegera 41'an a damezirandina PKK'ê ji ANF'ê re axivî.

Duran Kalkan destnîşan kir ku ji 7 heta 70 salî divê civak şervan be, xwe biparêze û got: "Divê jiyana me ya aborî, civakî û çandî li ser bingeha xweparastinê be. Em ê xwe li ser bingeha îdeolojîk, siyasî, leşkerî perwerde bikin, bi rêxistin bikin. Em ê sîstema xwe ya xweparastinê pêk bînin û bêyî li benda kesî bimînin em ê mal, gund, tax, kolan, bajarok, zevî, herêm, bajarê xwe biparêzin. Eger pêwîstî pê hebe em ê bi lehengî şer bikin û fedakariyê bikin."

Kalkan destnîşan kir ku ji ber ku di nava 10 salên dawîn de bi ‘Stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî’ tê nekoşiyan, nekarîn siyaset û zîhniyeta faşîst û qirker têk bibin û got: "Eger bi rastî jî me bikariya guhertina stratejîk bi lez bikira, li gorî Stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî xwe bi rêxistin bikira û şerê xweparastinê li her deverê pêk bianiya, niha rêveberiya Erdogan têk çûbû. Ji ber ku me nekarî wisa bikin, temenê rêveberiya Erdogan dirêj bû. Niha hewl dide bêhtir êriş bike. Em bala xwe bidin ser; êrişî Başûr dike, êrişî Rojava dike. Ya rast bêyî ku bikeve van deveran hemûyan derfet hebûn ku li Bakur rêveberiya Tayyîp Erdogan bê têkbirin, siyaset û zîhniyeta wî ya faşîst û qirker bê têkbirin."

‘KURDISTAN BIHÛŞTA DINYAYÊ YE, NABE EM WÊ BERDIN’

Kalkan wiha pê de çû: "Di vê nuqteyê de divê mirov du tiştên din jî bîne ziman. Jin, ciwan, karker, kedkar, civaka Kurd divê vê yekê rast zanibe; çareseriya pirsgirêka Kurd hêsan nîn e. Her wiha jiyaneke azad, wekhev û demokratîk li dinyayê, xwerêvebirin hêsan nîn e. Dinya ji aliyê hêzên yekdestî yên desthilata dewletperest ve hatiye parvekirin. Sîstema herî giran a zext û mêtingeriyê hatiye avakirin û vê sîstemê Kurdistan parçe kiriye, Kurd hatine paşguhkirin û dixwazin tune bikin. Sîstemeke qirker e. Rewşeke ji rêzê nîn e. Ji bo tunekirina hebûna gelê Kurd sed sal e êrîşên qirkirinê dikin, komkujiyan dikin, asîmîlasyonê dikin, demografiyê diguherînin, ji çar aliyên dinyayê mirovan kom dikin, li şûna Kurdan bi cih dikin. Kurdan ji Kurdistanê derdixîne û dibe Stenbol, Îzmîr, Çûkûrova, Ewropa û Amerîkayê. Ji civakên Tirkî tînin li Kurdistanê bi cih dike. Ji Balkanan, ji Ereban mirovan li Kurdistanê bi cih dike. Dibêjin 'Bajarê herî mezin ê Kurdan Stenbol e'. Ev rewşeke baş nîn e, rast nîn e, eger hatibin tiştekî baş nîn e. Eger Kurdistan bikêrhatî nebe, çima ew qas mirovan ji çar aliyên dinyayê kom dikin û li Kurdistanê bi cih dikin? Kurdistan bihûşta dinyayê ye. Nabe ku em dest ji bihûştê berdin û ji hev belav bibin."

'NABE KU HÊVÎ JI QIRKER Û KUJER BÊ KIRIN'

Kalkan axaftina xwe wiha domand: "Tu wateya gotina 'Çima Amerîka, Ewropa, Rûsya me rizgar nake?' nîn e. Yên ku Kurdistan parçe kirin, xistine vî halî ji xwe ew in. Yên ku sîstema qirker ava kirine, ew in. Nabe ku mirov ji qirker, ji kujer hêvî bikin, nabe ku hêviya rizgariyê ji wan bê kirin. Di vir de şaşiyek heye. Çima AKP-MHP êriş dike? Çima CHP êriş dike? Çima Îran an jî DAIŞ êriş dikin? Ji ber ku ev hêz qirker in. Ji aliyê zîhniyet û siyasetê ve bi vî rengî ne û êriş dikin, wê êriş bikin jî. Divê em bi vê zanibin. Rastiya dîrokî bi vî rengî ye. Wê demê eger em dixwazin hebin û azad bin, wê demê divê em li gorî vê yekê tev bigerin. Ev yek jî hişmendî, birêxistinbûn û berxwedana di xeta neteweya demokratîk de ye. Rêber Apo ji vê yekê re dibêje “rastiya gelê şervan”.”

Kalkan destnîşan kir ku hêza wan têra vê yekê dike û got, "Mirovên Kurd leheng in, wêrek in, fedakar in, berxwedêr in, şervan in û eger xwe bi rengekî rast zane bike, bi hişmendiya xweparastinê xwe bi rêxistin bike, eger li gund, li malbatê her kesên ku dikarin rahêjin çekê xwe bi rêxistin bike, eger li hemberî êrişan paşve gavê neavêje û ji bo parastina wê deverê bi her rengî li ber xwe bide wê teqez bi ser bikevin. Xweparastin bi vî rengî ye. Divê em nebêjin, 'Bila Emerîka bê biparêze, bila Rûsya qada hewayî qedexe bike, nebû jî bila gerîla bê. Bila çend hezar ciwan ewlekariya me bike'. Divê civak ji 7 heta 70 salî her kes bibe şervan. Divê her kes endamekî xweparastinê be. Divê em xwe ji aliyê leşkerî ve perwerde û bi rêxistin bikin û dema ku dijmin êriş kir bi rengê gerîla şer bikin. Ji bo parastina xaka xwe pêwîste em vê bikin. Êriş nebû jî divê em jiyana xwe bidomînin. Jiyana me ya aborî, civakî û çandî divê hemû li ser bingeha xweparastinê be. Ewlekarî û parastina me divê xwe bispêre hêza me. Dema ku bi vî rengî be hingî têkoşîna me ya hebûn û azadiyê dikare bi ser bikeve. Hingî em ê karibin li dijî her şêwe êrişên dagirkeriyê xwe biparêzin. Ji ber ku em dikarin li dagirkeran bixin.

Mînak; dagirker niha dikevin nava Rojava. Dikarin bikevinê, çekên wan pir in. Em bêjin ew bi kar anîn û dagir kir. Lê belê eger tu li wê deverê birêxistinbûyî bî, li herêma xwe tu bi şev û roj li dagirkeran bixî, bikî ku nikaribin li wê herêmê bimînin, hingî dikarî dagirkeran biqewirîne. Dema ku te xwe li gorî vê yekê amade kir, dikarî vê bikî."

‘MIROV DI BIN PARASTINA HINEKAN DE AZAD NABE’

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Duran Kalkan diyar kir ku divê ew rastiya berbiçav baş bibinin û wiha lê zêde kir: "Azadî bi xweparastinê dibe. Xweparastin hêza mirov bi xwe ye. Mirov di bin parastina hinekan de azad nabin. Di rewşeke welê de mirov ancax dibin kole, dibin hevkar û teslîmiyet pêk tê. Eger em dibêjim em ê azad bin, hingî divê xwe bi xwe biparêzin. Ji bo wê jî li ser bingeha îdeolojîk, siyasî û leşkerî em ê xwe perwede û bi rêxistin bikin. Em ê sîstema xwe ya xweparastinê xurt bikin û li hêviya kesî nesekinin, em ê mal, gund, tax, kolan, bajarok, zevî, herêm û bajarê xwe bi xwe biparêzin, xwe bigihînin wê asta birêxistinbûyî. Her wiha dema ku pêwîstî pê hebe em ê bi lehengî şer bikin û bi wêrekî fedakariyê bikin, li dijî her şêwe êrişan sekneke leşkerî nîşan bidin, ji 7 heta 70 salî jin û ciwan tevahiya civakê em ê bi vî rengî tevbigerin. Pêwîstî bi vê yekê heye. Bi vî rengî pêkane. Nabe ku em bêjin nayê kirin. Berê civak bi vî rengî azad bûn. Her wiha jin jî bi vî rengî azad bûn. Hebûneke azad li derveyî vê ykeê nîne. Wê demê eger em dixwazin azad bin hingî rêya azadiyê bi vî rengî ye. Belê em dibêjin, hebûna azad pêkane, lê ev jî bi xweparastin û rêxistinbûn û şerê li ser vê bingehê dibe. Divê em xwe bi hêza xwe biparêzin."