Li gundên Eyn Îsayê yên dagirkirî revandin, dizî û îşkence

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundwarên Eyn Îsayê, bi ser mala şêniyekî temenmezin de girt û îşkence lê kir. Her wiha erebe û milkên welatiyan dizîn û ciwanek revandin.

Li gundên Eyn Îsayê yên dagirkirî revandin, dizî û îşkence
25 mijdar, 2019   12:12
EYN ÎSA

Çavakniyên herêmî ji ajansa me re ragihand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker di 23`yê Mijdarê de bi ser mala welatiyê bi navê Ebûd Xelîl El-Hemîdî (52) ya li gundê Qere Şerefê yê girêdayî bajarokê Kormez ê bakurê Eyn Îsayê de girt û li wî dan û îşkence lê kirin.
Çavkaniyekî ji gundewarên navçeya Eyn Îsayê jî diyar kir ku çeteyên ‘Firqeya 20’an’ a girêdayî artêşa Tirk a dagirker bi ser gundê Meilik ê li rojavayê navçeyê de girt. Her wiha erebeyek ji cureya Toyota û milyonek lîreyên Sûriyê ji welatiyê bi navê Xazî El-Fenûş standine û ciwanê bi navê Basil Cofan jî revandine.
ANHA