QSD’ê encamên şer û berxwedan roja 47’emîn eşkere kirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê encamên şer û berxwedana roja 47`emîn eşkere kirin.

QSD’ê encamên şer û berxwedan roja 47’emîn eşkere kirin
25 mijdar, 2019   12:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Navendê têkildarî mijarê, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya QSD’ê wiha ye:

Artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên bi ser ve, di çarçoveya berfirehkirina tevgera xwe yê dagirkirina herêmê de êrişên xwe yên nû yên biplankirî bê navber berdewam dikin.

Eniya Til Temir

Artêşa Tirk a dagirker û komên çete ji bejahî ve bi piştgiriya tang, top û çekên giran, êrişî çeperên şervanên Meclisa Leşkerî ya Suryanî ya li gundê Dawidiyê kir.

Eniya Eyn Îsa

Artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên bi ser ve, bi piştgiriya firokeyên bêpîlot, tang û topan, tevgera xwe ya dagirkirinê û êrişên xwe didomînin. Her wiha artêşa dagirker bi obûsan êriş bir ser noqteyekî hevbeş a hêzên me û leşkerên artêşa Sûriyê.

Eniya Qizelî

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi piştgiriya firokeyên bêpîlot û çekên giran, êrişek li dar xist.”
(fr)