Li Swêdê çalakiya piştgiriya Berxwedana Rûmetê

Li paytexta Swêdê Stockholmê çalakiyeke mezin ji bo piştgiriya Berxwedana Rûmetê li dar ket. Di çalakiyê de wezîra karên derve ya Swêdê piştgiriya xwe ji şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re nîşan da û diyar kir ku ew bi çareseriya siyasî ya aloziya Sûriyê re ne.

25 mijdar, 2019   11:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh li paytexta Swêdê Stockholmê çalakiyek li dar ket û bi hezaran kurdistaniyên li Swêdê û dostên wan beşdar bûn.

Her wiha di çalakiyê de seroka Meclisa Rêveber a MSD`ê Îlham Ehmed, hevserokê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê Siyamend Mûyînî, wezîra karên derve ya Swêdê Ana Lîndî û cîgira wê û gelek parlamenterên Swêdê û nûnerên rêxistinên civaka sivîl li Swêdê, nûnerên rêxistinên civaka Kurdistanê li Swêdê, her wiha hejmarek ji hunermendên Swêdê yên nas Kezara Larson û hunermendê Kurd Ciwan Haco amade bûn.

Di çalakiya piştgiriya Rojava de, hunermendên beşdar gelek stran gotin.

ANA LÎNDÎ PIŞTGIRIYA XWE JI BO ÇARESERIYA AŞTIYANE YA ALOZIYA SÛRIYÊ DIYAR KIR

Di çalakiyê de wezîra karên derve ya Swêdê Ana Lîndî axivî û helwesta dewleta Swêdê ji rewşa li Bakurê Sûriyê re diyar kir. Lîndî diyar kir ku dê hikumet piştgiriya xwe ji şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re pêşkêş bikin û li çareseriya aştiyane ji aloziya Sûriyê re digerin.

ÎLHAM EHMED: ÊRIŞ DIDOMIN Û DEWLETA TIRK RAYA GIŞTÎ YA CÎHANÊ DIXAPÎNE

Her wiha di çalakiyê de Îlham Ehmed li ser rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê û êrişên ku hêzên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê tevî agibesta ku hate ragihandin pêk tên, axivî. Îlham destnîşan kir ku dewleta Tirk raya giştî ya cîhanê di mijara herêma ewle de dixapîne û armanca şerê wê guhertina demografiya herêmê ye.

(jo)

ANHA