Peyama şehîdekî: Serî ji dijmin û mêtîngeran re netewînin

"Em şoreşger in, şoreşger divê her tim li pêş be û gelê xwe biparêze. Were xwestin ji bo ku gel azad bijî canê xwe feda bike. Ez wekî ciwanekî Ereb bang li civaka erebî dikin ku li hemberî dagirkeriya Tirk bisekine û serî ji dijmin û mêtîngeran re netewîne."

Peyama şehîdekî: Serî ji dijmin û mêtîngeran re netewînin
Peyama şehîdekî: Serî ji dijmin û mêtîngeran re netewînin
Peyama şehîdekî: Serî ji dijmin û mêtîngeran re netewînin
Peyama şehîdekî: Serî ji dijmin û mêtîngeran re netewînin
Peyama şehîdekî: Serî ji dijmin û mêtîngeran re netewînin
Peyama şehîdekî: Serî ji dijmin û mêtîngeran re netewînin
22 mijdar, 2019   05:20
QAMIŞLO – RÊNAS REMO

Ednan Ebid El-Hemûd ji gundê Oda yê başûrê rojhilatê navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo ye. Eşîra wî Cewala ya Ereb e. 5 xuşikên Ednan hene û zarokê mezin ê malê ye. Ednan di xwendinê xwe de zîrek bû û serkeftî derbas dikir. Bi exlaqê xwe yê bilind û hezkirina xwe ya ji welat re dihat naskirin. Lewre ji aliyê derdorê ve dihat hezkirin.

Ednan piştî 18 saliya xwe derbas dike anku di sala 2015‘an tev li nava refên QSD‘ê dibe û navê Têkoşer Dilşêr hildigire. Tevlîbûna xwe ya nava QSD‘ê wekî erekekî pîroz di ser her tiştî re digire.

Dayika şehîd Têkoşer, Cewhar Hisên El-Mehmûd diyar dike ku ew bi kurê xwe serbilind e û dibêje kurê wê bi têkoşîna xwe ya li dijî dagirkeran serî hilda. Dayika şehîd hin taybetmendiyên kurê vedibêje "Di xwendinê de pir jêhatî bû, bêdeng bû û ji stranan pir hez dikirin, stranên ku digotin jî hemû şoreşgerî bûn."

Têkoşer Dilşêr bê terdudu di gelek pêngavên li dijî DAIŞ‘ê de cih girt.

Metka şehîd Têkoşer, Cemala Ehmed El-Mehmûd got, beriya Endnan tev li QSD‘ê bibe li bajarê Qamişlo di xwaringeheke nêzîk mala wê de dixebite "Di xwaringehê de dixebitî da ku alîkariya bavê xwe bike. Beriya ku tevlê bibe min jê xwest di karê xwe de bimîne bersiv da ‘mirin û ne koletî‘."

Têkoşer Dilşêr heval û palpişa bavê xwe Ebid Ehmed El-Mehmûd bû. Bavê wî dibêje "Heval û palpişta min û ya malbatê tevan bû. Xezim û hevalên wî pir jê hez dikirin. Şehadeta wî bandoreke mezin ji bo kir."

Ednan an jî Têkoşer Dilşêr beriya şehadeta xwe bi çend rojan nameyek dabû, tê de wiha got: ""Em şoreşger in, şoreşger divê her tim li pêş be û gelê xwe biparêze. Were xwestin ji bo gel azad bijî canê xwe feda dike. Ez wekî ciwanekî Ereb bang li civaka erebî dikin ku li hemberî dagirkeriya Tirk bisekine û serî ji dijmin û mêtîngeran re netewîne."

Têkoşer Dilşêr 23‘yê Cotmehê li herêma Girê Spî e di encama êrişeke hawayî ya balafirên dagirkeriya dewleta Tirk de şehîd bû.

Cemala Ehmed El-Mehmûd anî ziman ku Têkoşer rêya şerefê şopand, ji bo welatiyê xwe û aştiyê ji bo tevahî Sûriyê şehîd bû.

Dayika şehîd jî dibêje: "Dewleta Tirk êrişî herêmê kir ji bo ku tişta ku DAIŞ‘ê nedikarî pêk bîne temam bike. Bi xedirekî bi xencerê li me dan. Erdogan ji gelê Sûriyê çi dixwaze?, dixwaze hemû pêkhateyên herêmê Kurd, Ereb û Suryan qir bike."

Dayika şehîd bang ji şêniyên pêkhateyên Ereb kir ku wesyeta kurê wê yê şehîd pêk bîne û tev li refên QSD‘ê bibin.

ANHA