ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22. 11. 2019‘an

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22. 11. 2019‘an
22 mijdar, 2019   05:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin, dê werin şopandin.

-Qonaxa duyemîn a Berxwedanê Serdemê ya Efrînê dê were şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê werin şopandin.

-Şêniyên bajarê Hesekê cenazeyê şehîd Seîd Dawûd Ebdulehed (Athro Hesekê) li Goristana Şehîdên Suryan oxir dikin, saet 13:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Dêrikê şehîd Hevrîn Xelef di çilrojiya şehîdbûna wê de li Goristana Şehîd Xebat Dêrik bi bîr tînin, saet 13:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Nûçegihanê me Seed Ehmed û nûçegihanê Çira TV, yên ku 13‘ê Cotmehê de, di encama êrişa hawayî dewleta Tirk a li dijî kerwanê piştgiryê li Serêkaniyê de şehîd bibûn, di çilrojiya şahadeta xwe de hatin bîranîn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên navçeya Til Hemîsê ji malbatên şehîdên QSD‘ê Sedam Heskor û Şervav Dilo re dixwazin, konê sersaxiyê yê navendî li gundê Xernûbî Hiso tê vedan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Endamê rêveber ê Kampa Waşokanî Fayiz Îbrahîm got: “Pêlên koçberiyê ji herêmên ji aliyê dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin, didome. Koçber gerantoriyeke nevdewletî dixwazin da ku karibin vegerin warên xwe”. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rêber Abdullah Ocalan der barê pêvajoya 15’ê Tîrmehê ya dewleta Tirk de diyar kiribû ku “Mekanîka derbeyê dixebite.” (BI WÊNE).

-"Em şoreşger in, şoreşger divê her tim li pêş be û gelê xwe biparêze. Were xwestin ji bo ku gel azad bijî canê xwe feda bike. Ez wekî ciwanekî Ereb bang li civaka erebî dikin ku li hemberî dagirkeriya Tirk bisekine û serî ji dijmin û mêtîngeran re netewîne." (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Di nav êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê de xebatkarên tenduristiyê û bijîşkên Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn tên hedefgirtin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Kongreya Star bi boneya Roja Cîhanê ya Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan daxuyaniyekê li avahiya Daîreya Têkiliyên Derve ya li bajarê Qamişlo dide, saet 11:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Piştî rêxistinên navdewletî ji ber êrişên dewleta Tirk xebatên xwe li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê taloq kirin, meclîsa bajarê Qamişlo bi kordîneya li gel buroya kar û barên koçberan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê xebatên xwe yên alîkariya koçberên hatine bajêr zêde kirin. Hejmara malbatan gihiştiye 960’î. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA