Şamê komkujiya gundê Qirinful şermezar kir

Hikumeta Sûriyê komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker duh bi şev der heqê malbatekê li gundewarê Girê Spî de pêk aniye bi tundî şermezar kir û bang li raya giştî ya cîhanî kir ku bilivin û zextê li Erdogan bikin ji bo ku sûcên xwe yekser rawestîne.

Şamê komkujiya gundê Qirinful şermezar kir
21 mijdar, 2019   21:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyek fermî yê wezaretê derve ya Rejîma Sûriyê di daxuyaniyekê de ji ajansa nûçeyan a Sûriyê ya fermî re SANA got: "Sûriyê bi tundî sûcên hêzên dagirkeriya Tirk der  heqê gelê Sûriyê de û herî dawîn hedefgirtina balafirên daron ên dagirkeriyê jîngehên gundewarê Girê Spî li Reqayê yên ku di encamê de 5 sivîl şehîd bûn di nav de zarok û hejmarek din jî birîndar bûn şermezar dike."

Çavkanî wiha domand: "Rejîma Tirkiyê tevî hêz û amûrên xwe yên rêxistinên terorîst û çeteyan sûcên xwe der heqê gelê Sûriyê de ruxmî lihevkirina ku berê di çarçoveya Astana û Soçiyê de pêk hatine, didomîne. Bi vê yekê Erdogan careke din teqez dike ku ew qanûna navdewletî binpê dike û niyetên wî li ser dagirkirin û êrişan ava bûye.

Çavkanî wiha berdewam kir: "Sûriyê teqez dike ku ew ê gel, serdestiya xwe û yekitiya axa xwe li hember rejîma Tirkiyê û timayên wê biparêze. Ew bang li raya giştî ya cîhanî dike ku yekser bilive û zextê li Erdogan bike ji bo ku sûcên xwe yekeser derheqê gelê Sûriyê de rawestîne. Erdogan bi sûcên xwe qanûnên navdewletî û mirovî binpê dike."

(şx)

ANHA