Şervanên Asûrî: Yên êrişî me dikin DAIŞ`in, lê rihên xwe sivik kirine

Şervanên Hêzên Zerevanên  Xabûr a Asûrî, gotin ku yên hina êrişî gundên wan dikin, heman çeteyên DAIŞ‘ê ne yên ku di sala 2015`an de, êrişî gundên asuriyan kiribûn.

Şervanên Asûrî: Yên êrişî me dikin DAIŞ`in, lê rihên xwe sivik kirine
6 mijdar, 2019   06:33
HESEKÊ

Artêşa Tirk a agirker û çeteyên wê DAIŞ û Cebhet El-Nusra ji 9‘ê Cotmehê ve êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin. Di nav de gundên Erem û Asuriyan ên Til Temirê têne topbaran kirin.

Asurî û Ermenên wan gundan, ditirsin ku careke din komkujî li ser wan werin kirin.

Şervan Bort Xoşaba got, piştî herêm ji DAIŞ`ê hate rizgarkirin, rewş aram û bi ewle bû, lê êrîşa Tirk her tişt xirab kir û wiha domand: ‘‘Behsa herêma ewle dikin. Çawa dibe xelkên di herêma xwe de aramî û ewlehiyê dijîn derxin û çeteyan li şûna wan bicih bikin û bibêjin ev herêma bi ewle ye, ev pêkenîna di rû de ye.‘‘

Bort Xoşaba got, di destpêkê de artêşa bi navê azad bû, piştre Cebhet El-Nusre û DAIŞ`ê bûn, niha jî artêşa navê "Niştmanî" li dar dike ye, tişta hevbeş di navbera wan de teror e û êrişên li dijî gundên asuriyan û qirkirin e.

Şervan Nohya Dwar jî têkildarê mijarê de got: ‘‘Me jiyaneke bi ewle derbas dikir, lê çeteyan bi êrişên xwe kaos xulixandin.‘‘

Şervanê ji gundê Til Nesriye ya Asûrî ya Til Temirê Sergon Salyom da xuyakirin ku: ‘‘ Yên êrîşî me dikin, ew heman DAIŞ`in û yê destekê dide wan jî heman yek e Tikriyê ye.‘‘

Selyon got:‘‘Tenê wan rihên xwe sivik kirine û navên xwe guhertine. Lê em bersiva her êrîşan didin.‘‘

(rr)

ANHA