Zarokên cêwî yên Serêkaniyê: Bêhna Serêkaniyê ji Til Temirê tê, em ji vir dernakevin

Zarokên cêwî yên Serêkaniyê Hesen û Husên ji temenên xwe yên biçûk zêdetir êş dikşînin û dibêjin: “Dîrok tê nivîsandin û em ê van hovîtiyên li ser me û koçberiya xwe ji zarokên xwe re parve bikin.”

Zarokên cêwî yên Serêkaniyê: Bêhna Serêkaniyê ji Til Temirê tê, em ji vir dernakevin
6 mijdar, 2019   07:08
HESEKÊ-CÎHAN BÎLGÎN

Di 9`ê Cotmehê de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên giredayî wê li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişên xwe pêk anîn. Di êrişan de koçberî, qetlîam, birîndarbûn û êşên herî mezin tên kişandin. Ji êriş, talan û koçbertiyê zarok jî bê par nemane. Zarokên cêwî Hesen û Husên ji êrişan bê par neman û neçar man jiyana xwe ya Serêkaniyê bi xemgînî li pişt xwe bihêlin û koçber bibin.

Zarokên cêwî Hesen Welîd Elo û Husên Welîd Elo cêwiyên 12 salî ji navçeya Serêkaniyê ne. Her du zarokên cêwî koçberî navçeya TilTemirê bûne. Di kolanên Til Temirê de bi xemgînî bi leystokan re dilîzîn. Her çiqas temenên Hesen û Husên biçûk jî bin bi rasthatina bûyeran re ji temênên xwe yên biçûk  mezintir êşan dikşînîn. Hesen û Husên di ferqa êşên xwe de ne û dibêjin ew ê  dîroka ku niha ku tê nivîsandin ji zarokên xwe re jî parve bikin.

‘Serêkaniyê wê wekî berê vegere’

Dema ku em warê Hesen Welîd Elo pirs dikin bi serbilindî dibêje zarokên Serêkaniyê ne û wê inşallah warê me rizgar bibe.  Hesen behsa jiyana beriya êrişên dewleta Tirk a dagirker a li dijî Serêkaniyê kir: “Beriya êrişan jiyana Serêkaniyê gelek xweş bû û aramî hebû. Gelên ku bi salan malên xwe ava dikirin û debara xwe dikirin, di dawiyê de dewleta Tirk bi top û balafiran hemû tiştên gel xerab kirin. Gel koçber bû, hemû tiştên wan hatin dizîn û talankirin. Ji ber êrişên dewleta Tirk gelê me li dibistan û kolanan radikevin. Zarok digirîn û perîşan bûne. Serêkaniyê wê wekî berê vegere û tu çete jî tê de namînin. ”

‘Em ji bîr nakin û ji wan re nahêlin’

Hesen diyar kir ku ew êrişên dewleta Tirk û çeteyên giredayî wê tu carî ji bîr nakin û got: “Ev bûyer hemû wê di dîrokê de bên nivîsandin. Em ê jî mezin bibin û ji zarokên xwe re bêjin ku em biçûk bûn û dewleta Tirk êrişî me kir û hemû koçber bûn.  Em ji bîr nakin û ji wan re jî nahêlin.” 

‘Bêhna Serêkaniyê ji Til-Temirê tê’

Husên jî sedema mayîna xwe ya li Til-Temirê wiha dibêje: “Serêkaniyê ya me ye û ji kesî re namîne.   Til-Temir nêzî Serêkaniyê ye û ji bo wê jî em li vir dimînin. Bêhna Serêkaniyê ji vir tê. Di demên pêş de em ê vegerin bajarê xwe yê Serêkaniyê.”

Husên ji bo zarokên koçber ên Serêkaniyê re jî van tiştan tîne ziman: “Gelek şagirt bê xwendin mane. Zarokan bîriya heval û dibistanên xwe kirine. Zarok ji ber acizbûnê, her tim navên hevalên xwe dibêjin.” 

‘Daxwaza me vegere’

Daxwaza cêwiyan ew e ku di demek nêz de vegerin warê xwe û dibêjin: “Ev çeteyên bê exleq ji Serêkaniyê derbikevin, dê vegerin bajarê xwe. Bila Serêkaniyê di nav lepên çeteyên Tirk de nemîne.   Şêniyên Serêkaniyê, keç û xortên delal bila tiştek bi wan neyê.”

ANHA