Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya endamekî xwe eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Suriyê nasnamiya endamekî xwe ku di encama mayînekê de li Til Hemîsê şehîd bû, eşkere kir.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya endamekî xwe eşkere kir
4 mijdar, 2019   12:36
QAMIŞLO

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Suriyê bi daxuyaniyekê nasnameya endamekî xwe ku di encama mayînekê de şehîd bû, eşkere kir. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

 "Şaneyên veşartî yên girêdayî komên terorîst erebeyeke leşkerî ya hêzên me li navçeya Til Hemîsê kir hedef û mayînek di dema derbasbûna wê de li çatrêya gundê Akûlê yê rojavayê navçeya Til Hemîsê, teqand. Di encamê de hevalê me "Şêrko El-Reşo" şehîd bû û çend hevalên me jî birîndar bûn.

 Nasnameya şehîd wiha ye:

Nave rastî: Şêrko Ibrahîm El-Reşo

Nave dayikê: Bedîa

Cih û dîroka ji dayîkbûnê: Hesekê  1 /10/ 1978

Cih û dîroka tevlêbûnê: Hesekê  16/ 6/ 2016

 Cih û dîroka şehadetê: gundewarê Til Hemîs 3/ 11/ 2019

wek Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Hêzên Asayîşa Rojava-Bakur û Rojhilatê Suriyê) em bejina xwe li hember şehîdan ditewînin. Yên ku di oxira parastina nirxên şoreşê de û şikandina êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û şanayên veşartî  yên girêdayî wê ku ferq û cudahiyê naxin navbera sivîl û şervanan de,  canê xwe feda kirin. Di kesayeta şehîd Şêrko de em soza xwedîderketina li îradeya gelê xwe ta pêkanîna aramî û ewlehiyê û avakirina civakeke aşîtyane ku hemû pêkhate û tayîfeyên Bakurê Suriyê hemêz dike, nû dikin.”

(ekib)

ANHA