Rêveberiya Xweser serdana kampa Waşokanî kir

Şandeyek ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê serdana kampa "Waşokanî" kir, şandeyê daxwaz ji hemû rêxistinên mirovî û dewletên cîhanî kir ku li pêşiya êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bisekinin û koçberan vegerînin warên wan.

Rêveberiya Xweser serdana kampa Waşokanî kir
Rêveberiya Xweser serdana kampa Waşokanî kir
Rêveberiya Xweser serdana kampa Waşokanî kir
Rêveberiya Xweser serdana kampa Waşokanî kir
Rêveberiya Xweser serdana kampa Waşokanî kir
Rêveberiya Xweser serdana kampa Waşokanî kir
Rêveberiya Xweser serdana kampa Waşokanî kir
4 mijdar, 2019   12:31
HESEKÊ

Di çarçoveya şopandina kar û barên koçberên ji herêmên sînor ji ber êrişa Tirkiyê û yên li kampa "Waşokanî", ku li Hesekê hate vekirin, dimîn de, nexasim jî hê jî pêla koçberiyê li bajêr zêde dibe, îro  şandeyek ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê serdana kampa ku 12 km li rojavayê navenda kantona Hesekê ye, kir.

Şande ji 2 endamên Koordînasyona Kongreya Star Foza Yûsif û Zeyneb Efrînê, hevserokê Meclisa kantona Hesekê Abdullxenî Oso û hevseroka Desteya Kar û Barên Koçberan a Herêma Cizîrê Gulistan Oso, pêk dihat.

Di hevdîtina bi Koordînasyona Kongreya Star Foza Yûsif re, wiha got: "Alîkariya destpêkê ji koçberan re ku dewleta  Tirk a dagirker û çeteyên wê ji Serêkaniyê bê derxistin û koçber li malên xwe bên vegerandin."

Foza Yûsif wiha domand: "Armanca dewleta Tirk ji dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, kuştin û perîşankirina gel e. Her wiha guhartina demografiya herêmê û bi cihkirina çeteyan li şûna şêniyan e."

Her wiha Foza Yûsif destnîşan kir ku siyaseta qirkirin û guhertina demografiyê ku dewleta Tirk a dagirker pêk tîne, xeteriyê li ser pêşeroja herêmê çêdike, her wiha jî pêşî li koçberkirina bi hezaran şêniyên herêmê ji malên xwe vedike.

Foza da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker hevpeymana agirbestê pêk neanî. Her wiha heta niha hemû dewletên cîhanê bêdeng in û gavek jî ji bo vegera koçberan neavêtin.

Foza wiha domand: "Divê herêm di bin parastina hêzên navneteweyî be, da ku vegerin bajarê xwe û dewleta Tirk û çeteyên wê dûrî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bixin."

Foza Yûsif koçberiya şêniyan bi "karîseta mirovahiyê" bi nav kir û wiha got: "Dewleta Tirk hewl dide demografiya herêmê biguhere. Divê dewletên cîhanê komîteyekê ava bikin, da ku rewşa koçberan bişopînin û wan vegerînin malên wan. Eger komîte neyê avakirin, wê demê dê dewletên cîhanê hevkarê karîseta mirovî ku rastî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê, bin."

Di dawiya axaftina xwe de Foza daxwaz ji dewletên cîhanê kir ku li pêşiya êrişên dewleta Tirk bisekinin û şêniyan vegerînin warên wan.

(jo)

ANHA