Sersaxî ji malbata şehîd Sara Tîrêj re hat xwestin

Bi sedan şêniyên herêma Efrînê sersaxî ji malbata  şehîd Sara Tîrêj ku di Berxwedana Rûmetê de şehîd bû, xwestin.

Sersaxî ji malbata şehîd Sara Tîrêj re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Sara Tîrêj re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Sara Tîrêj re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Sara Tîrêj re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Sara Tîrêj re hat xwestin
4 mijdar, 2019   12:43
ŞEHBA

Bi sedan şêniyên herêma Efrînê berê xwe dan konê sersaxiyê yê şehîd Sara Tîrêj ku 10`ê Cotmeha derbasbûyî li bajarê  Girê Spî şehîd bûye û sersaxî ji malbata wê re xwestin. Konê sersaxiyê li pêşiya navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a  Şehbayê hatiye vedan.

Şêniyan dirûşmeyên silavkirina berxwedana Rojava, Berxwedana Serdemê û Berxwedana Rûmetê berzkirin.

Merasîma sersaxiyê bi rêzgirtin destpê kir. Paşê, Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Welo û Endama Meclisa Herêma Efrînê Sûreya Mustefa, axivîn. Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd re û ji hemû rêhevalên wê re hate xwestin. Her wiha hat tekezkirin ku bi rihê berxwedaniya şehîdan û bi israrkirina gelên herêmê dê têkoşîn û berxwedana berdewam bikin, Berxwedana Rûmetê û Berxwedana Serdemê dê bi ser bikevin û dagirkerî dê têk biçe.

Paşê wesîqeta şehadetê ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve hat xwendin û radestî malbata  şehîd Sara Têrîj hat kirin. Malbata şehîd Sara jî soz dan ku ew ê berxwedana xwe dewam bikin heta ku armacên şehîdan pêk bînin.

(bx)

ANHA