Şêniyên Til Hemîsê sersaxî ji malbata şehîd Musa Xidir re xwest

Şêniyên navçeya Til Hemîs û meclisên bajarên herêmê herikîn bin konê sersaxiyê yê ku li gundê Xiwêtala Reyîdat ê 5 km dikeve bakurê Til Hemîsê hate vedan û sersaxî ji malbata şervanê QSD`ê Musa Xidir re xwest.

Şêniyên Til Hemîsê sersaxî ji malbata şehîd Musa Xidir re xwest
Şêniyên Til Hemîsê sersaxî ji malbata şehîd Musa Xidir re xwest
Şêniyên Til Hemîsê sersaxî ji malbata şehîd Musa Xidir re xwest
Şêniyên Til Hemîsê sersaxî ji malbata şehîd Musa Xidir re xwest
Şêniyên Til Hemîsê sersaxî ji malbata şehîd Musa Xidir re xwest
Şêniyên Til Hemîsê sersaxî ji malbata şehîd Musa Xidir re xwest
Şêniyên Til Hemîsê sersaxî ji malbata şehîd Musa Xidir re xwest
Şêniyên Til Hemîsê sersaxî ji malbata şehîd Musa Xidir re xwest
Şêniyên Til Hemîsê sersaxî ji malbata şehîd Musa Xidir re xwest
4 mijdar, 2019   12:21
QAMIŞLO

Îro bi sedan şêniyên navçeya Til Hemîsê beşdarî konê şehîdê QSD`ê şehîd Musa Xidir(Elî Şêr)bûn û sersaxî ji malbatên re xwest. Şehîd Musa Xidir li bajarê Til Temirê yê kantona Hesekê di 1`ê Mijdarê de şehîd bûbû.

Dema şande gihaşt bin konê sersaxiyê yê ku li gundê Xiwêtala Reyîyat hatiye vedan, dest bi tilîlî û diruşmên "Bijî berxwedana şehîdan, şehîd namirin" kirin. Piştre merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.

Li ser navê Meclisa navçeya Til Hemîsê Rewda Rehîl, li ser navê Meclisa bajarokê Ekaz hevserokê meclisê Ehmed Şitî, li ser navê Meclisa bajarokê Til Ehmed hevserokê meclisê Mihemed Xilêwî û li ser navê Kongreya Star rêvebera kongreyê Ibtîhal Mihemed, axivîn.

Axîveran bal kişand ser berdêlên ku şehîdan di oxira parastina xak û namûsê de dane, her wiha soza şopandina rêya şehîdan heta misogerkirina rûmet, jiyana hevbeş û têkbirina terorîstan ji hemû xaka Sûriyê jî da.

Herîkina gel ber bi merasîma sersaxiyê ve didome

(eh)

ANHA