Graham hişyarî da Tirkiyê : Wiha dom bike wê têkiliyên me bi temamî qût bibin

Senetorê DYA’yî Lîndsey Graham têkildarî êrişên dewleta Tirk ên li ser Til Temir û Kobanê hişyariya ‘Wiha dom bike wê têkiliyên me bi temamî qût bibin’ da.

Graham hişyarî da Tirkiyê : Wiha dom bike wê têkiliyên me bi temamî qût bibin
31 cotmeh, 2019   19:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Senetorê Komarparêz Lîndsey Graham li ser êrîşên dewleta Tirk a li ser Til Temir û Kobanê hişyarî da.

Graham îşaret bi gotinên Serokkomarê Tirk Erdogan a ‘Em dixwazin biçin Kobanê’ kir û got, divê Tirkiye xwe ji tevgerên ku rê li ber nakokiyên zêde li Kobanê û Til Temirê rê veke dûr bixe.

Graham li ser hesabê Tewitterê ev peyam da: “Eger ku êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên Kurdan û Xiristiyanan ên li Til Temir û Kobanê bidomin, hemû tiştên li pey têkiliyên Tirkiye û Kongreya DYA’yê wê qût bibin. Tirkiyeyê vedixwînim ku raweste û bikeve nava hewldanên têkiliyeke ku bi ser bikeve.”