SOHR: Leşkerên Tirk li Idlibê sivîlek qetil kir

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand, welatiyek ji parêzgeha Idlibê dema hewl da sînorê Tirkiyê derbas bike, ji aliyê zêrevanên sînor ên Tirkiyê ve hate qetilkirin.

SOHR: Leşkerên Tirk li Idlibê sivîlek qetil kir
31 cotmeh, 2019   19:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir welatiyek ji bajarokê Kefer Iweyid ê Cebel Zawiyê yê Idlibê dema hewl da sînorê Tirkiyê derbas bike ji aliyê zêrevanên sînor ve hate gulebarandin û jiyana xwe ji dest da.

Li gorî SOHR‘ê ji destpêka aloziya Sûriyê ve heta niha 437 kes, di nav de 77 zarok û 42 jî ji aliyê leşkerên Tirk ve hatin qetilkirin.

ANHA