` Di hefteyekî de zêdeyî 90 kes ji hêzên Rejîmê û çeteyên Tirkiyê hatin kuştin’

Di şerên ev hefteyeke li gundewarên Laziqiyê rûdane de zêdeyî 90 kes ji hêzên rejîma Sûriyê û komên çete yên girêdayî Tirkiyê hatine kuştin. Ev herêma ku şer lê rûda di nav herêma ku ji bo kêmkirina şer li ser hatiye lihevkirin.

` Di hefteyekî de zêdeyî 90 kes ji hêzên Rejîmê û çeteyên Tirkiyê hatin kuştin’
31 cotmeh, 2019   18:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gor Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan (SOHR), li mihwerê Kebanê ya gundewarê bakurê Laziqiyê, şer û pevçûnên tund dinavbera hêzên rejîma Sûriyê û komên çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker destpêkirin. Hêzên Rejîmê hewil didan ber bi cihên çeteyan ve pêşve herin.

Di encama van şer û pevçûnên saetên derbasbûyî de 12 kes ji hêzên rejîma Sûriyê û 3 kes jî ji çeteyan hatine kuştin.

Di 29`ê Cotmehê de, di encama şer û pevçûnên li mihwerê Kebane 16 ji hêzên Rejîmê ku 2 ji wan fermandar bûn û 9 jî çete hatin kuştin.

Her wiha Mersed diyar kiriye ku di sê rojên destpêka êrîşa li gundewarên Laziqiye de, zêdeyî 50 kesî 30 ji hêzên rejîmê û 21 jî ji komên çete hatine kuştin.

Ew herêm dikeve nava qaşo herêma rêkeftina kêmkirina şer a bi sponseriya Rûsya û Tirkiyê de, lê tevî wê yekê şer û pevçûn qut nebûne û bi sedan ji herdu aliyan rejîm û çeteyan hatine kuştin û ji ber şer û topbaranê bi hezaran sivîl koçber bûne.

(rr)