Li Şedadê jî meşa bi heybet a piştgiriya QSD‘ê

Rûspiyên êlan û şêniyên navçeya Şedadê piştgiriya xwe ya bi QSD‘ê re raber kirin û gotin, QSD‘ê ew ji DAIŞ‘ê xilas kirine, QSD‘ê nûnertiya wan dike.

Li Şedadê jî meşa bi heybet a piştgiriya QSD‘ê
28 cotmeh, 2019   17:35
HESEKÊ

Li navçeya Şedadê ya kantona Hesekê  jî meşa bi heybet a şermezarkirina êrişên dewleta Tirk ên ser herêmê û piştgiriya bi QSD‘ê re hate lidarxistin. Meş ji aliyê rûspî û endamên saziyên navçeyê ve hate lidarxistin.

Meş li ber avahiya  Meclisa Sivîl a navçeyê destpê kir. Şênî di nav kolana giştî de ya navçeyê û taxên nêzî kolana sereke meşiyan. Şêniyan sloganên silavkirina berxwedana Hêzên Sûriye Demokratîk û şermezarkirina êrişên Tirkiyê û bi karanîna çekên qedexekirî bez kirin. Her wiha alên Hêzên Sûriye Demokratîk û pankartên ku bi sê zimanan `QSD`ê vîna me ye` hatiye nivîsîn hildan.

Meş li qada giştî ya şirketa petrolê rawestî û veguherî mitîngê.

Di  mitîngê de bi navên Meclisa Leşkerî ya Şedadê Elî El-Kurdî û Kongreya Star Emîre El-Seed axivîn.

Axaftvanan destnîşan kirin ku lihevkirina di navbera QSD, Rûsya û hêzên Rejîmê de lihevkirinek leşkerî ye û ji bo parastina sînoran pêk hat û xebatên saziyên Rêveberiya Xweser nayên guhertin.

Her wiha bang li raya giştî, Yekitiya Ewropayê, Konseya Ewlehiyê û tevahiya rêxistinên mirovî  kirin ku êrişa Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestînin û tevahiya çeteyan ji herêmên ku dagir kirine derxînin.

Axaftvanan bûyerên qetilkirina şehîd Hevrîn Xelef û lîstina bi cenazeyê  şehîd Amara şermezar kirin û soza şopandina rêya şehîdan heya serkeftinê dan.

Axaftvanan piştgiriya Hêzên Sûriye Demokratîk teqez kirin ji ber ku ew hêz herêmê ji tevahiya çeteyên terorîst rizger kirin û gotin: "QSD`ê nûnetiya me dike."

Meş bi berzkirina dirûşmeyên silavkirina Berxwedana Rûmetê û QSD`ê bi dawî bû.

(şx)

ANHA