Li Minbicê sersaxî ji malbata şehîd Canfîda re hate xwestin

Bi sedan şêniyên bajarê Minbic û gundewarên wê sersaxî ji malbata şehîdê Berxwedana Rûmetê Canfîda re xwestin.

Li Minbicê sersaxî ji malbata şehîd Canfîda re hate xwestin
28 cotmeh, 2019   17:20
MINBIC

Bi sedan şêniyên bajarê Minbicê û gundewarên wê li konê çalakiyên şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kom bûn.  Çalakiya konê protestoyê li bajarê Minbicê di roja 9`emîn de ye.

Şêniyan di çalakiyên îro de, sersaxî ji malbata endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Canfîda Ezet  re hate xwestin. Canfîda Ezet ji bajarê Efrînê ye û di çarçoveya Berxwedana Rûmetê de li Girê Spî şehîd bibû.

Di sersaxiyê de Berdevka Meclisa Jinê ya Minbicê Îbtisam Ebdulqadir axivî, " Em îro ji bo jiyaneke bi ewle û bi rûmet li konê berxwedan û rûmetê kom bûne û sersaxiyê ji malbata kurê Efrînî yê qehreman şehîd Canfîda re dixwazin, şehîd ji bo parastina şêniyên Girê Spî fedakar bû."

Paşê sînevizyonek li ser kurte jiyana şehîd hate pêşandan. Ji rêveberên Meclisa Ciwanên Minbicê Muhsin El-Casim jî axivî û ev tişt anî ziman:`` Li ser navê Ciwanên Şoreşger ên Minbicê em sersaxiyê ji malbata şehîdê berxwedanê û şehîdê ciwanan re şehîd Canfîda re dixwazin.``

Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Hesna El-Dahir û li ser navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê serokê komîteya Oldaran a Minbicê Elî El-Cemîlî jî axivîn û sersaxî ji malbata Şehîd Canfîda re xwestin.

Dayika şehîd Canfîda ku piştî ji Efrînê neçarî koçberiyê bûn, niha li herêma Şehbayê dimîne peyamek ji konê sersaxiyê re şandibû, di peyamê de gotibû:``Kurê min ê şehîd Canfîda, ji bo xelaskirina heval û şêniyên xwe û jiyana aram û bi ewle ya zarokên Sûriyê li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk sekinî.`` her wiha soz da heta pêkanîna armancên wî dê rê ya şehîdan ber nedin.

Di merasîma sersaxiyê de her wiha du zarokên bi navê Seracedîn û Tacedîn li ser fedakariya şehîd, du helbestên şoreşgerî xwendin.

Çalakiyên konê şermezarkirina dagirkeriya Tirk berdewam e.

(rr)

ANHA