Li Minbicê çalakiya protestoyî ya li dijî sûcên dagirkeriya Tirk

Rêxistinên civaka sivîl ên Minbicê û gundewarê wê li dijî êrişên dagirkeriya dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û binpêkirinên der heqê sivîlan de çalakiyek protestoyî li deriya sînor ê Ebû Kehef orgenîze kir.

Li Minbicê çalakiya protestoyî ya li dijî sûcên dagirkeriya Tirk
Li Minbicê çalakiya protestoyî ya li dijî sûcên dagirkeriya Tirk
Li Minbicê çalakiya protestoyî ya li dijî sûcên dagirkeriya Tirk
28 cotmeh, 2019   17:12
MINBIC

Rêxistinên civaka sivîl û saziyên girêdayî wê tevî bi dehan şêniyên bajarê Reqayê tev li çalakiya protestoyî bûn. Çalakî îro li ber deriyê sînor ê navbera herêmên Rêveberiya Sivîl a Minbicê û herêmên di kontrola rejîma Sûriyê de li dar ket.

Çalakvanan alên Meclisa Leşkerî ya Minbicê, wêneyên şehîdan, wêneyên komkujiyên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmê û pankartên bi nivîsên `Pêkhateyên Minbicê dagirkirina Tirkiyê axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê red dikin` hildan.

Çalakî bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre bi navê Partiya Sûriyê ya Pêşerojê endamê rêveber ê şaxê Minbicê Îmad El-Mûsa axivî û hevgirtina şêniyan a li hember artêşa Tirk a dagirker destnîşan kir. Her wiha diyar kir ku gelê herêmê ji bo rizgarkirina axa xwe ji terorê gelek şehîd û birîndar dane.

El-Mûsa destnîşan kir ku ew wek Partiya Sûriyê ya Pêşerojê dê li hember dagirkeriyê bisekinin û tevahiya komplo têk bibin.

Piştî wê bi navê rêxistinên civaka sivîl a Minbicê û gundewarê daxuyanî hate dayîn û ji hêla Elî El-Osman ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku gelên herêmê li hember tevahiya komployên li dijî gelê Minbicê û li Bakur û Rojhilatê Sûriyê berxwedanek dîrokî nîşan didin.

Her wiha hate diyarkirin ku "Tirkiyê bi gefên xwe li dijî herêmê niyeta xwe ku naxwaze  aramî li Sûriyê pêk were lê belê dagir bike, eşkere dike. Lê gelê Sûriyê ketiya ferqa ku dewleta Tirk çeteyan bi kar tîne ji bo ku bi hinectên nerast herêmê dagir bike. Gelê herêmê wê teslîm nebin û dê li hember dagirkeran li berxwe bidin."

Di daxuyaniyê de hate teqezkirin ku gelê herêmê bi giştî dagirkeriyê red dikin. Her wiha bang li rêxistinên mirovî û hiqûqî hate kirin ku li hember wan sûcan û gefên Tirkiyê bisekinin.

Di dawiya daxuyaniyê de de tevahiya berxwedêran û kesên ji bo berjewendiya gel û welat kar dikin hatin silavkirin û soza berxwedanê heya serkeftinê hate dayîn.

Piştre Yekitiya Karkeran a Giştî daxuyaniyek da û ji hêla hevserokê yekitiyê Fewaz El-Umer ve hate xwendin.

Yekitiyê di daxuyaniya xwe de operasyona hevpar a li dijî DAIŞ`ê li herêma Idlibê ku di encamê de serçeteyê DAIŞ`ê Ebû Bekir El-Bexdadî hate kuştin silav kir û diyar kir ku operasyonê ji cîhanê re destekerê rastîn ê terorê yê ku wêranî û teror anî welatê ewle eşkere kir.

Yekitiyê soza berdewamkirina têkoşînê ji bo pêkanîna hêviyên gel di jiyana rûmet û ewlehiyê de da.

Piştî wê bi navê Yekitiya Rewşenbîran a Minbicê û gundewarê wê hevserokê yekitiyê Ehmed El-Yusif axivî û got: "Em êrişa Tirkiyê li ser herêmê wek dagirkirin, mêtingerî û wêrankirina ewlehiya herêmê dihesbînin. Em li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hev re di nav ewlehiyê de bûn. Tenê gefên Tirkiyê jiyana şêniyan xirab kirin û ewlehiya wan tehdîd kirin." 

El-Yusif destnîşan kir ku kesên li dora Erdogan kom bûne welatê xwe firotine û bi navê ol çeteyên bê wijdan û ji exlaq û mirovahiyê dûr perwerde kirin. Lê ji bîr kirin ku kesên xwedî şeref dê li hemberê bibin bendek asê û dê gelê Sûriyê bi hevgirtin xwe li hember dagirkerî û ajandeyên wî bisekinin.

Di dawiyê de El-Yusif bang li her kesî ku xema wî/wê ya tekane welat e kir ku bi yekrêzî li hember her êrîşkerekî bi sekinin.

Çalakî bi berzkirina sloganan li ber stranên şoreşgerî bi dawî bû.

(şx)

ANHA