Şêniyên Serêkaniyê li pêşiya NY`yê çalakiyekê lidar dixin

Şêniyên Serêkaniyê ku ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê naçarî koçberiyê bûn li pêşiya navenda Komseriya NY`yê ya karûberên koçberan a li bajarê Qamişlo xwepêşandanek lidar dixin.

Şêniyên Serêkaniyê li pêşiya NY`yê çalakiyekê lidar dixin
Şêniyên Serêkaniyê li pêşiya NY`yê çalakiyekê lidar dixin
Şêniyên Serêkaniyê li pêşiya NY`yê çalakiyekê lidar dixin
Şêniyên Serêkaniyê li pêşiya NY`yê çalakiyekê lidar dixin
Şêniyên Serêkaniyê li pêşiya NY`yê çalakiyekê lidar dixin
Şêniyên Serêkaniyê li pêşiya NY`yê çalakiyekê lidar dixin
Şêniyên Serêkaniyê li pêşiya NY`yê çalakiyekê lidar dixin
Şêniyên Serêkaniyê li pêşiya NY`yê çalakiyekê lidar dixin
28 cotmeh, 2019   13:37
QAMIŞLO

Bi hezaran şêniyên bajarê Qamişlo û şêniyên bajarê Serêkaniyê yên ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker neçarî koçberiyê bûn, nûnerên partiyên siyasî û oldar bi dirûşmeya"QSD`ê îradeya me ye" meşek lidar xist. Meş ji çerxerêya 4 kolanan a li taxa Erbewiyê ya bajarê Qamişlo dest pê kir.

 ‘Na ji dagirkeriya Tirkiyê re, Na ji qirkirinê re‘

Di meşê de ala QSD`ê û pankartên bi nivîsa "QSD`ê îradeya me ye", "Lihevkirinên ne li gorî berjewendiyên gelên me be em wan qebûl nakin" û "Em dev ji xaka û mala xwe bernadin" hatin hildan. Her wiha dayikên ku tev li meşê bibûn cilên spî ku nivîsa"Na ji dagirkeriya Tirkiyê û Na ji qirkirinê" li xwe kiribûn.

Di meşê de dirûşmeyên silavkirina berxwedana QSD`ê, silavkirina Berxwedan Rûmetê û şermezarkirina Erdogan hatin berzkirin.

Meş ji çerxerêya çar kolanan dest pê kir û li pêşiya navenda Komseriya NY`yê ya karûberên koçberan veguherî mitîngê. Di mîtîngê d daxuyaniyek hat dayîn. Dauyanî ji aliyê yek ji rêveberên Kongreya Star Menîca Heyder ve hat xwedin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

"Gelê me yê berxwdêr, malbatên şehîdan û şervanên di eniyên şer de, her kesî berxwedaniya zarokên me di nava 8 salan de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi taybet li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî, dît. Tevî ferqa mezin a di navbera me û dijmin de di aliyê teknîka leşkerî de lê hêzên dersek baş di berxwedaniyê de da dewleta Tirk û komên wê yên çekdar. Hikûmeta Tirkiyê çekên qedexekirî di aliyê navdewletî de li dijî sivîlan bikar anî. Zarokê bi navê Mihemed jî mînaka vê yekê ye ku wijdanê mirovahiyê hejand. Tevê wê jî lê gelê me li ser soza bi QSD`ê re ma û bi xak û rûmeta xwe ve girêdayî ma. Heta ku hêzên navdewletî destwerdan kir û agirbest di navbera herdû aliyan de ragihand.

Her kes dizane ku em rastî komployên navdewletî hatin. Lê bi saya kombûna li derdora fermandarî û hêzênê me yên leşkerî ev komplo têk çûn. Baweriya me bi fermandarî, hêz û  şehîdên me mezintir bû û em baş dizanin ku ew ê me ber bi serkeftinê ve bibin. Êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî bajarê Serêkaniyê û Girê Spî derî li pêşiya diplomatên Kurd û pêkhateyên Rêveberiya Xweser vekir ku li deriyê Congress, meclisa Şiyûx, Yekîtiya Ewrpoayê û komkara dewletên Erebî bixin. Her wiha gele vexwendin ji Fermandarê Giştî yê QSD`ê re hat ku serdana koça Spî û Congressa Amerîkî, Şam û Yekîtiya Ewropayê bike.

Em ji tevahî cîhanê re bûn mînak û em nêzîkî çareseriya siyasî û bidestxistina kurdan ji mafên xwe dibin. Bila her kes baş zanibe uk dagirker dê têk biçin. Heta ku Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ji dagirkeran rizgar nebe em ê tu carî rehet nebin. Ji be wê jî divê em destekê bidin fermandariya xwe ya leşkerî û siyasî. Divê em bi QSD`ê re bin heta ku tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê rizgar bibe. Ji bo wê jî em ê her tiştî giranbûha feda bikin da ku gelê me li ser xaka xwe azad bijî. QSD`ê misogeriya gelê me ji bo bidestxistina mafên xwe û paratina Şoreşa  Rûmetê ye."

Di dawiyê de şêniyên Serêkaniyê ku ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê neçarî koçberiyê bûne li pêşiya navenda NY`yê konê çalakiyê vedan û gotin ew ê çalakiya xwe berdewam bikin heta ku xwestekên gelê Serêkaniyê pêk werin û li malên xwe vegerin.

(bx)

ANHA