`Divê Kurd li hember xeteriya li ser hebûna wan bibin yek`

Endama rêveber a Komîteyên Têkiliyên Doplomasî ya Konreya Star a Helebê Leyla Xalid bang li gelê Kurd kir ku hemberî êrişên dewleta Tirk ên ku hebûna wan dike hedef, bibin yek.

`Divê Kurd li hember xeteriya li ser hebûna wan bibin yek`
27 cotmeh, 2019   06:21
HELEB – SOLÎN REŞÎD – HOLÎN HESEN

Leyla Xalid destnîşan kir ku dagirkirina Tirkiyê ya li herêmê Bakur û Rojhilatê Sûriyê  ji bo zindîkirina çeteyên DAIŞ‘ê yê ku xeteriya wê li ser cîhanê giştî heye.

Leyla anî ziman ku Hêzên Sûriya Demokratîk ewlehî û aramiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diparêze  û wiha domand: "QSD‘ê ji sala 2015‘an ve şerê terora DAIŞ‘ê dike û ji bo ku cîhanê jî vê terorê biparêze bi hezaran şehîda dan. Lê ev serkeftin li rihetiya dewletan nehat ên ku dixwazin xaka Sûriyê parçe bikin."

 Leyla di nava gotinên xwe de bal kişand ser pêvajoya piştî têkçûna DAIŞ‘ê ya ji aliyê QSD‘ê ve û got: "Di demekê de ku dewletan qebûl nekirin welatiyên xwe yên di nava DAIŞ‘ê de werbigirin, lê rêveberiya herêmê ji bo parastina aramiya cîhanê û gelên herêmê, li ser xaka herêmê kampên taybet ji bo çeteyan û malbatên wan ava kirin."

Leyla helwestên navdewletî yên zaîf yên li hember êrişa Tirkiyê şermezar kir û got: " Ma ev e xelatkirina dewletan ji Hêzên Sûriyê Demokratîk re y, ku tenê sûcên dagirkeriya Tirk, êrişên wê yên hawayî û bi karanîna çekên qedexekirî li ser sivîlan temaşe dikin! "

Endama rêveber a Komîteyên Têkiliyên Doplomasî ya Konreya Star a Helebê Leyla Xalid di dawiyê axaftina xwe de bang li gelê Kurd kir ku yekiriya xwe ava bikin û li dijî êrişên ku nasnameyên wan dike hedef bisekinin û got: "Dem hatiye ku gelên cîhanê rola xwe bilîzin û piştgiriya QSD`ê bikin."

ANHA