ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27. 10. 2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27. 10. 2019
27 cotmeh, 2019   05:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin, dê werin şopandin.

-Qonaxa duyemîn a Berxwedanê Serdemê ya Efrînê dê were şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê werin şopandin.

BERXWEDANA RÛMET

-Rêveberiya Xweser û şêniyên bajarê Hesekê bi derfetên xwe yên kêm alîkariya koçberên Serêkaniyê dikin. Tevî hemû astengî û zehmetiyên ku koçber dikşînin lê hêviya wan a vegera li warê xwe kêm nebûye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Artêşa Trik a dagirker û çeteyên DAIŞ û Cebhet El-Nusra bi tang,Top û belafiran êrişî gundê Erîşa yê girêdayî Serêkaniyê kirin. Di encamê de sivîl koçber bûn. Koçber pirsa "Ka wijdanê mirovahiyê, em ê bi kuderê herin" dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên taxa Eşrefiyê ya Helebê gotin, sînaryoya binpêkirinên li Efrînê li herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dûbare dibin û destnîşan kirin ku gelên herêmê ji dagirkeriya Tirkiyê teslîm nabe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endama rêveber a Komîteyên Têkiliyên Doplomasî ya Konreya Star a Helebê Leyla Xalid bang li gelê Kurd kir ku hemberî êrişên  dewleta Tirk ku hebûna wan dike hedef, bibin yek. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Lêkolîner û şêwirmendê têkiliyên navdewletî Elî Yihya teqez kir ku bûyerên darvekirina sivîl û leşkeran li gorî peymana Cinevê ya çaran wek sûcên navdewletî tê hesibandin. Her wiha destnîşan kir ku Tirkiyê berpirsê tevahiya van sûcan e di nav de ya herî girîng hedefgirtina siyasetkedar Hevrîn Xelef e.

ROJHILATA NAVÎN Û CÎHAN

Rûsya hebûna xwe li ser hesabê aliyên din li Sûriyê xurt dike, lê binkeftiyê herî mezin Tirkiyê ye ku neçar ma dest ji hêviyên xwe yên di Sûriyê de berde. Li Iraq û Lubanênê xwepêşandanên li dijî gendeliyê mezin dibin. Li aliyekî din jî parlamantoya Lîbyayê banga sekina li hemberî tevgerên Erdogan  kir ku qala mîraseyên kalikên xwe yên Osmanî kir.

ANHA