‘Bêdengî dihêle ku Tirkiyê sînaryoya Efrînê li herêmên din dûbare bike‘

Şêniyên taxa Eşrefiyê ya Helebê gotin, sînaryoya binpêkirinên li Efrînê li herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dûbare dibin û destnîşan kirin ku dagirkeriya Tirkiyê dixwaze gelên herêmê qir bike.

‘Bêdengî dihêle ku Tirkiyê sînaryoya Efrînê li herêmên din dûbare bike‘
27 cotmeh, 2019   06:22
HELEB- ARIF SILÊMAN

Şêniyên taxa Eşrefiyê ya bajarê Helebê li ser êriş û sûcên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî sivîlên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nêrînên xwe ji me re parve kirin.

Ednan Cafer: Komployên li ser Efrînê têne meşandin li herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dûbare dibin. Ev komplo bi îradeya gelên herêmê wê têk biçin. Lê divê Kurd li dijî êrişên dewleta Tirkiyê bibe yek, ji ber ku dewleta Tirk dixwaze nasnameya Kurdî ji holê rake. Dewleta Tirk niha bi armanca ku xwe bighîne çeteyên DAIŞ‘ê û wan ji girtîgehan derxînin êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, ji ber ku DAIŞ‘ê wekî kaxezeke li hemberî dewletên Ewropayê bi kar tîne.

Mihemed Silêman: Şerê ku dagirkeriya Tirk dimeşîne şerê qirkirina mirovahiyê ye, bi taybet şerê li dijî gelê Kurd e. Gel li hemberî van êrişên hovane teslîm nabe û wê heta serkeftinê li ber xwe bide. Ez bang li civaka  navdewletî dikin ku erka xwe bi cih bîne, binpêkirinên dagirkeriya Tirk ên li dijî sivîlan rawestînin. Ji ber bêdengiya wan rê ji Tirkiyê re vedike ku binpêkirinên xwe bidomînin.

Remzî Mihemed: Me ti carî êrişî dewletên cîranê nekirine. Em her tim banga aştiyê dikin. Lê dewleta Osmanî bi hinceta parastina sînorê xwe êrişî sivîlan dike û dixwaze bi van hincetan xaka Sûriyê dagir bike. Banga min li rêxistinên mirovî û civaka navdewletî erkên xwe yên li hemberî binpêkirinên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li dijî jin û zarokan bi cih bînin.

ANHA