Çeteyên Amşat fidiyan li ser şêniyên gundê navçeya Şiyê ferz dikin

Çeteyên Sultan Şah ku bi navê"Amşat"tê naskirin û girêdayî artêşa Tirk a dagirker in, li ser şêniyên gundên Xelîl û Kanê yên navçeya Şiyê yên kantona Efrînê fidiyan ferz dikin.

Çeteyên Amşat fidiyan li ser şêniyên gundê navçeya Şiyê ferz dikin
24 cotmeh, 2019   07:35
ŞEHBA

Çavkaniyeke taybet ji hundirê navçeya Şiyê ragihand ku çeteyên Sultan Şah bi navê Amşat têne naskirin û girêdayî dewleta Tirk, li ser şêniyên gundên Xelîl ê navçeya Şiyê 2500 dolar li ser welatiyên bi navên Omer Xeyder, her wiha li ser Izet Elko Muxtar jî 2500 dolar ferz kirine, Meleyê mizgefta gund 2 hezar dolar, Cemîl Mecîd 2 hezar dolar û Mihemed Hesen Elo Ebû Behrî 2 hezar dolar fer kirine.

Çavkanî diyar kir ku çeteyan ji xwedanê karkehên guvaştina zeytûnan ên li herêmê xwestin ku 800 lîreya sûrî bidin û hêj fidiye berdewam in.

Di heman demê de artêşa Tirk a dagirker beriya çend rojan xwedanê karkeha guvaştinê yê gundê Xelîl, Abidîn Heyder Reşîd revandin û beramberî serbestberdana wî 800 hezar xwestin.

Her wiha çeteyên Amşat li ser gundê Kanê fidiye ferz kirin û çavkanî diyar kir ku çeteyan ji welatiyê bi navê Cemîl Elî Xêro 2 hezar dolar xwestine.

(eh)

ANHA