5 jinên DAIŞ`ê û 18 zarok hewl dan ji kampa Holê birevin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên li kampa Holê 5 jinên DAIŞ’ê yên ku ji (Almanya, Tirkiyê û  (Ozpakistanê) ne û bi wan re 18 zarokên çeteyên DAIŞ`ê ku dixwestin ber bi sînorê Iraqê ve birevin, girtin.

5 jinên DAIŞ`ê û 18 zarok hewl dan ji kampa Holê birevin
24 cotmeh, 2019   07:30
HESEKÊ

Ji destpêka êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hewldanên revê yên jinên DAIŞ’ê yên di kampên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ne, zêde bûn. Di hewldaneke nû de jinên DAIŞ ’ê yên biyanî yên di kampa Holê de duh di saetên derengiya şevê de hewl dan ji kampê birevin.

Kampa Holê 45 km dikeve rojhilatê bajarê Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Ji  mezintirîn kampên Rêveberiya Xweser e. Zêdeyî 71 hezar kes ji koçber, penaber û malbatên çeteyên DAIŞ`ê ji jin û zarokan, tê de dijîn. Kampa Holê ji xetertirîn kampên di cîhanê de ye. Zêdeyî 40 hezar kes ji jin û zarokên DAIŞ`ê têde ne.

Nûçegihanê me ji navçeya Holê ragihand ku komeke jinên DAIŞ`ê ku ji 5 jinan pêk tê û bi wan re 18 zarokên çeteyên DAIŞ`ê hene, duh piştî saetên derengiya şevê hewl dan ji kampê birevin û ber bi xaka Iraqê ve biçin. Hêzên Ewlekariya Hundrîn ên di kampê de hewldana wan vala derxist û ew girtin.

Der barê bûyerê de berpirsên ewlehiyê yên di kampê de destnîşan kir ku jin û zarokên DAIŞ`ê yên biyanî (Almanî, Tirkî û Ozpekî) kunek di dîwarê kampê re vekir û hewl dan ber bi sînorê Iraqê ve bimeşin, lê hewldana wan vala hate derxistin û hatin girtin.

Berpirsên ewlekariyê piştrast kir ku lêpirsîn der barê bûyerê de bi jinên DAIŞ`ê re dewam dike.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn, di 20`ê Cotmehê de hewldanên 32 jinên DAIŞ`ê ku dixwestin ji kampê birevin, vala derxistin. Beriya wê jî 19`ê Cotmehê hewldanên 14 jinên DAIŞ`ê û bi wan re 21 zarokên çeteyên DAIŞ`ê ji dewletên cûda, vala derxistin.

Tişa ku bala mirov dikşîne, hewldanên jinên DAIŞ`ê ji bo reva ji kampê piştî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pêk tên.

Dewleta Tirk a dagirker di êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de girtîgeha Çirkîn a bajarê Qamişlo ku xetertirîn DAIŞ`yên di cîhanê tê de ne, kir hedef. Bi vê yekê dewleta Tirk hewl dide çeteyên DAIŞ`ê birevin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê beşek ji kampa Eyn Îsa ku çeteyên DAIŞ`ê û malbatên wan tê de bûn, bombebaran û topbaran kir. Bi vê yekê dewleta Tirk destek da zêdeyî 850 çeteyên DAIŞ`ê û malbatên wan ku ji kampê birevin. Ev yek jî bi alîkariya top û balafirên dewleta Tirk pêk hat.

Li herêmên ku ji aliyê Tirkiyê ve hatine dagirkirin, careke din DAIŞ derket holê. Piştî ku Girê Spî ji aliyê Tirkiyê ve hat dagirkirin Emîrê Zexîrê (serçeteyê cebilxaneyê) DAIŞ`ê derket. Her wiha zêdeyî 150 DAIŞ vegerîn Girê Spî û nûçegihanê DAIŞ`ê li Silûkê li gel artêşa Tirk a dagirker derket. Ew jî ji yek pismamê serçeteyê DAIŞ`ê ye li Girê Spî bû.

(bx)

ANHA