Wênekekî Timesê:Fosfor ji Bosphorus tê

Vê sibê rojnameya Times a Birîtaniya di hejmara xwe ya îro bi wênekî bi sernavê"Fosfor ji Bosphorus e" ragihand, ku artêşa Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê çekên qedexekirî bi kar anîye. 

Wênekekî Timesê:Fosfor ji Bosphorus tê
24 cotmeh, 2019   07:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Vê sibê rojnameya Times a Birîtaniya wêneyekî wênexêzekî birîtanî ku bi navê Peter Brooke tê naskirin, çêkiriye pêşand. Di wêneyê de nîşana bikaranîna artêşa Tirk ji fosfora spî re li dijî sivîlên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar dibe.

Wêneyê bi sernavê"Fosfor ji Bosphorus e"ji ala Tirkiyê ya ku fosforê li ser serê jin û zarokan dibarîne pêk tê.

Bosphorus, tengaveke di navbera deryaya Reş û deryaya Mermera de ye, her wiha bi navê tengava Stenbolê tê naskirin.

Peter Brookes wênexêzekî ji Birîtanyayê ye, di 28`ê Îlona 1943`yan li bajarê Liverpool ji dayîk bûye.

(eh)